Mudaxeleyî konê ji bo Şengalê hatî vedan jî hat kirin
18:44
JINHA
WAN – Li Wanê ji bo piştgiriya gelê Şengalê kon hatbû vedan lê mixabin polîsan êrîşî kon kir. Polîsên êrîş kon kirin zirar dan kon û alên PKK, KCK û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destser kirin.
Li taxa Akkopruyê ya Wanê bi armanca piştevaniya gelê Şengalê kon hatbû vedan lê mixabin polîsan êrîş kon kir. Polîsên ketin kon alên PKK, KCK û psterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destser kirin. Polîsên sivîl çek dirêjî ciwanên di kon de kir û alav texrîp kirin. Ciwanên bertek nîşanî polîsan dan rastî gefên polîsan ên "heke hûn belav nebin em dê we gulebaran bikin" hatin. Polîsan al û poster destser kirin û ji taxê veqetiyan.
Piştî agahî belav bû Serokê Rêxistina DBP'ê Musa Îtah û ciwan hatin konê hate taxrîpkirin û careke din poster û al daliqandin.
(zt)
