Nujiyan Amed: Parastina jinan parastina civakêye
08:34
Zinarîn Aydîn/ JINHA
DIRBÊSIYÊ- Li Rojava dibin banê Yekîtiya Star de jin xwe birêxistin dikin. Girêdayî rêxstinkirina jinan Endama Rêvebiriya Yekîtiya Star Nujiyan Amed nirxandin kir. Nujiyan diyar kir ku ew ji bo ewlehî û rêxistinkirina jinan xebatan dikin û got: “Ji ber em di wê zanebûnê de ne jinek azad civakek azade, jinek parastî civakek parastiye. Ji bo vê jî heya dawiyê emê ji bo parastin û rêxistinkirina jinan tekoşînê bilind bikin.”
Li Rojava dibin pêşengiya jinan de şoreş hat lidarxistin. Bi şoreşê re di her qadên jiyanê de li gorî xweseriya demokratîk sazumaniyek tê çêkirin. Ji bo ku jin din ava wê sazumaniyê de cîh bigirin û di hemû qadên jiyanê de serwerbin ji aliyê rêxistina jinên Rojava Yekîtiya Star ve li hemû deveran ji bo jinan civîn tên çêirin. Li ser ermanca van civînan Endama Rêvebiriya Yekîtiya Star Nujiyan Aamed ji ajansa me ya JİNHA yê re axivî. Nujiyan da zanîn ku ewê dibin banê Yekîtiya Star de di her warê jiyanê de jinan bi rêxistin bikin.
‘Li Rojava dibin banê Yekîtiya Star de jin bi rêxistin dibin’
Nujiyan destnîşan kir ku heya niha Yekîtiya Star li gorî pergala TEV-DEM’ê xwe bi rêxistin dikir, lê ji niha û pêde dê serbixwe bixebite û wiha domand: “Ji niha û şunde êdî emê di çarçoveya rêziknameya Yekîtiya Star ya xweser de bi awayê komîte xebatê xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ya herî rast jî ev şêweyê xebatê hat dîtin. Ji xwe ev komîte berê jî hebûn lê ji bo ku hîn zêdetir xwe çalak bikin û xwe di giştî bajaran de bi cîh bikin. Ji bo xebatên xwe baş bişopînin dê pergala tê avakirin bi giştî weke komîteyan dê dibiniya meclisan de bixebitin.”
‘Jin hem di şoreşê de rol digirin û hem jî bi ewle dibin’
Nujiyan anî ziman ku weke Yekîtiya Star armanca wan ji avakirina pergala komîteyan ewe ku tu jinek ji derveyî komînan nehêlin û wiha got: “ Ji bo tu jin ji derveyî kar û xebatan nemîne, ji pêvajoya şoreşê û ya avakirina pergala xweseriya demokratîk qut jiyan neke ewê xebatên komîte bên meşandin. Ji ber dema jinek bi tena xwe dimîne ji her awayê êrîşên derve re dibe mîna nêçîrekê. Bi wî awayî ew jin tê hedef girtin û nikare xwe biparêze. Her jinek ji bo parastina xwe wê îfadeya xwe di nava komînan de bibîne. Bi riya van komîteyan dê hem jin hînî xwe parastin bibin, bi ewlebin, hem jî din ava xebatên şoreşê de cîh bigirin û bibin xwedî rol.”
‘Parastina jinan parastina civakêye’
Nujiyan diyar kir ku diviya bû me ji destpêkê de xebatên xwe bi riya komîtan bi rêxistin bikra û wiha berdewam kir: “Ji ber ku rewşeke awarta ya şoreşa Rojava hebû me meclis ava kiribûn. Niha jî bi rêka van meclisan emê komîteyên xwe bi awayeke berfireh ava bikin. Her endamek meclisê niha erkdare ku komîteyên xwe êdî ava bike. Meclisên her sê kantonan jî hatine avakirin û xwe bi rêxistin kirine. Ji bo ku bikaribin tevayî jinan di bin ewlehiyê de bigrin bi lez û bez pêdivî bi avakirina komîteyên jinan yên parastinê jî hate dîtin. Tiştên ku bi serê jinên Şengalê hat ji tevayî jinan re peyameke zelal da nîşandan. Di rastiya cîhana ku em niha tê de jiyan dikin ger jinek nikaribe xwe bi parêze û rêxistineke xwe nebe; ji her şêweyên êrîşên ku bi ferasetên desthilatdar têne çêkirin re vekiriye. Ji aliyê zilamên ku bûne weke cinawirên pergalê wê bi hovîtiya wan re rû bi rû bimîne. Di êrîşên DAIŞ’ê de rastiya zilamên keti yê bê wijdan pir eşkere bû. Li hemberî van rastiyan tê xwestin her jinek li kuderê be xwe bi rêxistin bike.”
Nujiyan Amed destnîşan kir ku weke rêxistina Yekîtiya Star ew xwedî hewildan û sondin ji bo ku li tevayî jinan xwedî derkevin û wiha got: “Em bi biryarin ku ji her demê zêdetir bi xebitin û ji bo bi hêz kirina jinan çi bê xwestin her dem perspektîfên xwe li gorî demê nû bikin û bi piratîk bikin. Ji ber em di wê zanebûnê de ne ku jinek azad civakeke azade, jinek parastî civakek parastiye.”
(za/zt)

