Li gel rapora berastengiyê jî her dem ji bo leşkeriyê gazî dikin
09:21
Meral Geylani / JINHA
ŞIRNEX – Ciwanê bi navê Mehmed Emin Erk li gel berastenge û ropora berastengiyê heye jî lê dîsan bi dehan caran ji bo bibin leşkeriyê dibin maînê û rapora ‘nikare biçe leşkeriyê’ nadinê. Malbata Mehmed jî diyar kirin bi zanabûn wî dibin maînê ji ber berastenge û nikare leşkeriyê bike.
Ciwanê bi navê MEhmed Emin Erk di sala 1992’an de li bajaroka Gundikê Melê hatiye dinê. Mehmed berastenge, li gel rapora wiya berastengiyê jî heye bi dehan caran ji bo bibin leşkeriyê wî dibin maînê. Cara yekê di sala 2011’an de li Manisayê ji bo maînê Mehmed birin Nexweşxaneya Leşkeri ya Manisayê û dan zanîn ku ew dikare leşkeriyê bike. Birayê Mehmed Mustafa Erk jî destnîşan kir ku her dem leşker hem li Manîsa û hem jî li bajarokê Gundikê Melê li mala wan digerin û ev rewş wan gelek bandor dike.
‘Dê di sala bê de carekedinê Mehmed bibin maînê’
Mustafa anî ziman ku piştî salekê birayê wî Mehmed ji Şaxa Leşkeriya Salihliyê sewqî Nexweşxaneya Leşkeriya Îzmîrê kirin û wiha got: “Piştî li Nexweşxaneya Leşkeriya Îzmîrê Mehmed maîne kirin, paşê jî li Stenbolê Nexweşxaneya Leşkeriya Haydarpaşa du car maîne kirin. Li gel van hemûyan jî cardin heyeta konseya leşkerî ji bo çun û neçuna Mehmed ya leşkeriyê biryarek nedan. Cardin ji bo sala bê xwestine wî bibin maînê.”
Mustafa balkişand ser rapora birayê xwe ya berastengiyê û wiha domand: “Li gel di destê me de rapor heyî jî cardin yên vî karî dikin û me nerehet dihêlin hene. Ji xwe ji ber berastengbûna xwe nikare bi xebite jî. Li gel di raporê de 55 IQ nivisiye jî cardin Mehmed dixwazin leşkeriyê.”
(zt)

