Ji bo dibistana kurdiya li Lîcê xirbikin operasyona dan despêkirin

09:27

JINHA


AMED - Li navçeya Lîcê ya Amedê ji bo dibistana welatiyan ji bo perwerdehiya kurdî çêkirin xirab bikin operasyona leşkerî hate destpêkirin. Welatiyan li hemberî operasyona xirakirina dibistanê xwe kirin mertal û piştî demek kin pevçûn derket leşker paşve hatin vekişandin û sekna welatiyan berdewam dike.

Piştî Serdozgeriya Komarê ya Lîcê derbarê dibistana welatiyên gundê Kerwasê ji bo perwerdehiya kurdî çêkirin, a xirabkirinê girt leşkeran ji bo dibistanê hilweşînin operasyon da destpêkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin serêsibê bi sedan leşkerên di nav de tîmên taybet û 30 wesayîtên zirxî ji bo dibistanê hilweşînin ber bi gund ve bi rê ketin. Leşkeran gund dorpêç kir û welatiyên gund jî ji bo hilweşandinê asteng bikin di ketina gund de bûn mertal. Piştî leşker nerawestiyan peçvûn derket. Di pevçûna nêzî 20 deqeyan berdewam kir de mirin û birîndar çênebûn û leşker jî li ser vê yekê vekişayan gundê Menyasê. Piştî leşker vekişayan welatî li qada dibistan lê hatin cem hev. Welatiyan got, "Em dê canê xwe bidin lê em nahêlin dibistana me bê xirakirin" û sekna xwe didomînin.

Rê hatin girtin

Di dema operasyonê de leşkeran hemû riyên gund girtin û destûrê nadin ketin û derketin çêbibe. Dîsa li qada Qereqola Cendirmeyan a Duru jî leşker wesayîtan ber bi Deşta Fîsê ve beralî dikin.


(zt)