Fatma Lekto: Kurdistan dayîka meye

10:50

Perihan Kaya-Sarya Gozuoglu-JINHA


AMED  Wezîra Jinan ya Kantona Efrînê Fatma Lekto avakirina wezaretê û tekoşîna jinan li Rojava vegot. Fatma diyar kir ku hişmendiya mêran şer daye despêkirin, dê jin jî aştiyê bînin û got: “Divê jin bi hev re din ava dan û sitandinê debin. Ez wiha bang li jinan dikim: Dayîka me Kurdistane. Tu dewletên dinê nayên men a parêze. Tenê dayîka me dikare me biparêze. Dayîka me ya herî mezin jî Kurdistane. Em jî zarokên Kurdistanêne.”


Din ava heyeta ji 25 kesan ya hatî Tirkiyê Wezîra Jinan ya Kantona Efrînê Fatma Lekto Weke wezîr qala xebatên xwe kir. Fatma da zanîn ku ew li gel rêxistinên jinên Rojava ser pirsgirêkên jinan radiwestin. Fatma balkişand ser di Kurdistanê de avakirina Wezîrên Jinan xebatek nûye û wiha got: “Li çar aliyê welat cara yekê ye wezîra jinan avadibe. Din ava xweseriya demokratîk de rêxistinkirina jinan gelek giringe. Bi pergala xwe xwe anîna ziman ya jinan giringe. Armanca wezaretê piştevanîkirina hemû jinane.”


‘Di biniya Wezaretê de saziyên jinan hene’


Fatma anî ziman ku dibinya wezaretê de 6 desteyên jinan hene û wiha domand: “Desteya ramanê ya jinan heye. Peyîwira vê desteyê raman dayîna jinan û ji bo jin di her navendê de bikarin peyîwirê bigirine. Desteya îktisadê heye. Peyîweria vê desteyê di aliyê aboriyê de gihandina jinane. Ji bo ku jin ji nava malê derkevin û beşdarî nava xebatên aboriyê bibin xebatan dikin. Desteya qanunî jî ser mafê jinan di aliyê qanunî de radiweste û dixe bin makeqanunê. Hemû mafê jinan yên nava malê û derve di parêze.”


Fatma ji bo din ava malê de şideta ser jinan û di temenê biçuk de zewaca wan jî wiha berdwam kir: “Dîsan jî ji ber jinin wan na şînin dibistanan. Jin bi navê namusê tên qetilkirin. Armanca yekem ya desteya qanuniya jinan ji bo jin di her herêmê de mafê jinan biparêzin û wan di van waran de bikin xwedî hişmedî. Em ne tenê mafê jinên kurd di heman demê de mafê jinên ereb, suryanî û jinên ji hemû nijadên dinê jî diparêzin. Pirsgirêka jinan ne tenê di Rojava yan jî Rojhilatanavîn de heye, bê goman jinên hemû cîhanê bi pirsgirêkên ku îro em pêre mijul dibin re dijîn.”


‘Ji bo jinên rastî şidetê tên jî asayîşa jinan û YPJ heye’


Fatma derbirî ku ev 7 mehe wezareta jinan hatî avakirin û wiha pêde çu: “Despêkê jinên rastî şidetê tên asayîşa jinan lê dinêrin. YPJ jî hem ji bo parastina jinan û hem jî ji bo parastina girştiye. Di saya wan de gelek jinan gelek deskeftî bi des xwe xistin. YPJ hêza parastinê ya ji devreye. Di hindir de jî asayîş heye. Ewana ked û bedelek mezin didin ji bo parastina deskeftiyên jinan û giştî. Ev ne tenê deskeftiyên îrone. Ev deskeftî bi salane ser felsefeya Rêbertiyê hatine avakirin. Em ji bo van deskeftiyan tevan deyîndarê Rêbertiyê ne. Ji bo jin din ava civakê de bibe xwedî vîn û deskeftiyên wê bên parastin kedek mezin daye. Ji bo parastina jinan, zarokan û deskeftiyên civakî em deyîndarê Rêber Apo ne.”


‘Navbera kantonan de rê hatine girtin’


Fatma anî ziman ku rêya navbera kantonan de hatiye girtin ji bo peyîwendiyên gel ji hev qut ibkin vana dikin û wiha axivî: “Weke tê zanîn din ava kantonan de çun û hatin pir nîne. Der dora Efrînê bi giştî girtiye. Lê ji ber hevgirtina me ya ramanê em ser înoran re hevgirtinê çêdikin. Ser telefon û înternetan em danûsitandina ramanî dikin. Em bi vî awayî danusitandina ramanî dikin û projeyan dadinin. Em desturê nadin dijmin bikeve nava me. Ji ber fikir û ramanê me yeke ji bo wê jî em gelek zoriyan nakişînin. Jinên ku zarokên wan şehîd dibin, hevserê wan şehîd dibin li gel van hemûyan jî bê westan tên kedek mezin didin. Jin her roj ser fikira ku ‘Emê çawan dijmin binbixin’ xwe ji nû ve bi sazumanî dikin. Din ava hemû wezaretan de jin cîh digirin. Seroka kantona me jî jine. Em hiş û romanên xwe dikin yek.


‘Êm bang li jinan dikin: Werin em bi hev re xwe bi rêxistin bikin’


Fatma di derbarê êrîşên DAIŞ’ê de jî nirxandinên xwe wiha anî ziman: “Di aliyê parastina Şengalê de YPJ’ê di asta yekem de berpirsyarî girt. Em bi madî û manewî li gel wanin. Li Şengalê êrîş ne tenê ser jinên Şengalê hat kirin, di heman demê de ew êrîşeke ser hemû jinane û em wiha di nirxînin. Banga me ji bo hemû rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên jinan wihaye: Em difikirin ku ev êrîşa ser jinên Şengalê qirkirina ser hemû jinane. Ji ber vê jî banga me ji bo hemû jinên cîhanê ‘werin em bi hev re bi rêxistin bibin û bi hev re aştiyê avabikin.’”


‘Kurdistan hemû nirxên mirovahiyê diparêze’


Di dawiyê de Fatma wiha got: “Hişmendiya mêran şer avakir. Mêr şer dikin û jin jî aştiyê avadikin. Divê jin bi hev re din ava dan û sitandinan debin. Ez wiha bang li jinan dikim: Dayîka me Kurdistane. Tu dewletên dinê nayên men a parêze. Tenê dayîka me dikare me biparêze. Dayîka me ya herî mezin jî Kurdistane. Em jî zarokên Kurdistanêne. Kurdistan hemû nirxên mirovahiyê diparêze. Dê çima me ne parêze. Em dîrokê ji nû ve dinivîsin. Dê sed sala 21’emîn bi destê jinan bê nivîsîn. Emê paşde neçin. Emê bi vîna xwe ya jinan hêj zêdetir berew pêş biçin û bigihin asta serkefinê. Em êdî dikarin ji hişmendiya mêran re bêjin bese tu raweste.”


 (zt)