Li Edeneyê qirkirina jinan
10:59
Îlon
11
/ 2014
JINHA
EDENE – Li Edeneyê jina bi navê Burcu Çîftçi bi çekê hat qetilkirin.
Li nêzî Goristana Kuçukoba ya taxa Gulbahçe ya Edeneyê di saetên şevê de jina bi navê Burcu Çiftçi ji aliyê kesek ne nas ve bi çekê hat qetilkirin. Burcu li cihê buyerê jiyana xwe ji dest da cenazeyê wê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edliya Edeneyê. Hat îdia kirin ku Burcu ji aliyê hevserê xwe ve hatiye qetilkirin.
(zt)
