Dê li Amedê beşdariya jinan ji aboriyê re zêde bibe
11:52
Derya Ceylan / JINHA
AMED - Ji bo amadekariyên Konferansa Aboriyê ji komxebatên dê bên çêkirin ya despêkê li Amedê bi sernava ‘Beşdarbûna Jinan ya Aboriyê’ dê bê li darxistin. Endama Komisyona Aboriyê ya KCD’ê û Komusyona Jinan ya Aboriyê Sema Koç diyar kir ku dê di astek bilind de beşdarî xebatên komxebatan bibin. Sema dazanîn ku hêza civakê ya hilberînê jine lê jin her dem ji derveyî hilberînê hatine hiştin û got: “Ji bo hilberîn û tevlîbûnê dê jin gotina xwe bêjin. Di vê wateyê de dê armancên komxebatan jî hebin.”
Dê di 27-28’ê Îlonê de KCD, Odeya Bazirganî û Pîşesazi ya Bajarê Mezin yê Amedê li wanê “Konferansa Ekonomiyê” lidarbixin. Ji bo amadekariyên wê di hezîranê de li Êlih, Mêrdîn, Wan û Amedê atolyeyên amadekariyê hatin çêkirin. Di van atolyeyan de mijarên weke maden, av, enerjî, dewlemendiyên binerd û ser erd, çandinî û ajalvanî, hilberîna nedustriyel û bazirganî hatin destgirin. Paşê jî bi boneya amadekariyên konferansa aboriyê dê di 12’ê Îlonê de li Salona Resepsonê ya Herêma Jiyana Hevpar ya Sumerparkê ya Amedê bi navê “Beşdarbûna Jinan ya Aboriyê” bê li darxistin. Endama Komisyona Aboriyê ya KCD’ê û Komusyona Jinan ya Aboriyê Sema Koç destnîşan kir ku ji bo ji nûve beşdariya jinan ya aboriyê komxebat gelek girîngin.
‘Em armanc dikin bi amadekarî biçin konferansê’
Sema anî ziman ku armanca komxebata baş rêvebirina Konferansa Aboriyê ye û wiha got: “Em armanc dikin bi amadekarî biçin konferansa aboriyê. Ji ber wê jî dê lig elek deveran komxebat bên çêkirin û berşdarî jî dê zêdebe. Dê di komxebata me de hemû jinên nava rêxistinên civakiyên weke derdorên kar, esnaf, jinên nava karên hilberînê de, jinên akademisyen, jinên girêdayî aboriyê bi salane lêkolînan dikin û jinên komxebat birêve birine û ji hemû saziyên me jin amade bibin. Emê di van komxebatan de gelek mijaran binirxînin û di çarçoveya nirxandinên xwe de mijarên li konferansê bên nîqaşkirin diyar bikin.
‘Dê komxebatek bi kelecan be’
Sema destnîşan kir ku ev komxebata jinan ya despêkê ye û ev jî tê wateya despêkirina pêvajoyek nû ji bo jinan. Sema bilêv kir ku dê komxebat ji bo jinan rê li pêşiya guherînên nû veke û wiha domand: “Ji ber wê jî dê komxebatek bi kelecanbe.”
‘Emê girêdayî jin û ekonomî gelek mijaran bigirin dest’
Sema diyar kir ku dê komxebata wan ji çar runiştinan pêkbê. Sema da zanîn ku dê di runiştina yekem de di sosyo-ekonomik de sazumaniya jinan û di pêvajoya zagonî de rewşa jinan bê dest digrtin, di runiştina duyem de polîtîkayên ser jinan di rêveberiyên herêmî de, rewşa jinan ya di mijara muçe girtinê de û pirsgirêka bajabûyînê binirxînin. Sema destnîşan kir ku dê di runiştina sêyemîn de rewşa jinan ya li cihên bejayî û gundan bê nirxandin, di runiştina çarem de jî dê jin di derbarê avakirina pergala alternatîf ya komînê û girêdayî kooperatîfan nîqaş bên girtin û pêşnyar bên girtin.
‘Jin di derbarê aboriyê de nikarin bi peyîvin’
Sema anî ziman ku jin din ava civakê de hêza hilberînêne lê ji hilberînê hatine durxistin ji ber wê jî ser aboriyê nikarin tuştekê bêjin û wiha domand: “Hîna di civaka me de xwediyê mafê gotinê, xwediyê mafê biryar dayînê û di van mijaran de yên gavan di avêjin mêrin. Lê yên din ava malbatê de herî zêde xwediyê rol û di aboriyê de herî zêde kedê didin jinin. Lê dema kut ê dora gotinê girêdayî aboriyê mêr di peyîvin. Ji ber wê jî divê jin ji bo hilberîn û beşdarbûnê xwedî gotin be. Dê armancên komxebatan yên bi vî awayî jî hebin.”
(zt)

