Hunermendan jî alîkarî dan boykota dibistanan
14:48
JINHA
AMED - Xebatkar û rêveberên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê, têkildarî boykota dibistanan de daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ew piştgiriyê didin boykotkirina dibistanan.
Xebatkar û rêveberên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê, têkildarî boykota dibistanan de li avahiya saziyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Ji bilî xebatkar û rêveberan bi dehan zarok jî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla zaroka bi navê Rojda Ozturk ve hat xwendin. Rojda diyar kir ku pêvajoya ku ji alîyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin gihîştiye asteka nû û pewîste ji îro pêde ji aliyê dewletê ve gav werin avêtin. Rojda bal kişand ser hesasiyeta pevajoyê û wiha axivî: "Ji bo ku ev pêvajo neyê xitimandin, pêwîste ku desthilatdar dev ji polîtîkaya xwe ya pişavtina li ser ziman û çanda kurd berde."
Rojda bal kişand ser mafên mirovan ên xwezayî û got ku perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo kurdan mafê herî xwezahî ye. Rojda bang li hikuûmeta AKP'ê kir û xwest AKP dev ji polîtîkayên salên 90'i ya li ser gelê kurd tê meşandin berde û zimanê kurdî wekî zimanê fermî qebûl bike. Rojda da zanîn ku ew jî dê wek hemû zarokên kurd hefteyekê dibistanan boykot bike û heya zimanê kurdî bibe zimanê fermî ew ê tekoşîna xwe bidomînin.
Daxuyanî bi stranên kurdî ên ji alîye zarokan ve hat gotin bi dawî bû.
(zt)

