Kolanên Surê bi şemsiyeyan hat girtin

14:59

JINHA


AMED – Li esmanê kolanên Surê şemsiyeyên renga reng hatin vedan. Ew şemsî hem rengek nû didin kolanan û hem jî welatiyan ji tavê diparêzin.


Li Semta Surê ya Amedê esnafan hem ji bo parastina xwe û hem jî ji bo parastina welatiyên li wan kolanan digerin ji tavê li ser kolanên xwe bi şemsiyeyên rengîn girtine. Kolanên Manav yên nava Surê bi şemsiyeyên rengîn zindî dixwiyê. Şemsiyeyên ku hem esnafan û hem jî welatiyan ji tavê diparêzin tastî eleqeyan tên. Ew sîbera şemsiyeyan ya dide dîwaran rengek cuda dide. 


 (zt)