3 ciwanên Êzidî di ava Xabûr de xeniqîn

15:24

JINHA


ZAXO - Sê ciwanên Êzidî dema ku ser ava Xabûr ya bajarê Zaxo melevanî dikirin di avê de xeniqîn û jiyan xwe ji dest dan.


Di saetên serê sibê de ser ava Xabûr ya bajarê Zaxoyê sê ciwanên Êzidi yên ku ji Şengalê koç kirine li Zaxo dijîn melevanî dikirin di avê de xeniqîn. Hat zanîn temenê wan ciwanan ser 20 saliyêre ne. Dema ku tîmên şaristaniyê yên Zaxo bi bûyerê hesiyan xwe gihandin ava Xabûr û cenazeyê her sê ciwanan derxistin.


(zt)