Ji Xeyri yê biçuk raperîna mezin
08:31
Roza Amed-Arjîn Garzan/JINHA
DÊRIK – Xeyrî Hiso yê ku ji ber qirkirinên çeteyên DAIŞ’ê xilasbûyî û li Qampa Newroz bi tenemê xwe yê 7 salî tekoşîna jiyanê dide. Xeyrî ew helbestên di dil û nêrînên çavên xwe de veşartî dibêje.
Xeyrî Hiso yê 7 sali yek ji wan zarokên li gel malabata xwe ji qirkirinên çeteyên DAIŞ’ê xilasbûyiye. Xeyrî ji wan zarokên di qampa Neweroz ya kul i Rojava ji bo koçverên Êzidî hatî çêkirin de dijî. Xeyrî ji berê de lîstokên xwe yên zarokatiyê hêlaye û hesreta Şengala li paş xwe de hêlayî di çavên xwe de diveşêre. Li gel wî temenê xwe yê biçuk jî Xeyrî şopên bûyerên jêre şahidî kirî di nêrînên xwe de dide diyarkirin. Xeyrî zarokek ji zu de mezinbûyiye. Tuştên ku gelê wî jiyan kirîn ji zu de ketiye ferqa wan û li gel wî temenê xwe yê biçuk jî tuştên jiyan kirîn di dil zimanê xwe de vegerandiye helbest. Di helbesta xwe de qirkirina ser gelê Êzidî tîne ziman û li gel wê jî bi wî dilê xwe yê biçuk li hemberî wan kirinan raperîn dike û bê deng namîne.
Helbesta Xeyrî wihaye:
Gello çima
Em hertim ji mirinê re diken in û derî ji mirinê re vekirîye
Emin destê aşitî ya û herdem ew dest şkestî ne
Bi hezar salan bi ferman û şîne
Herdem em bi barketî ne
Sînor û sîstemê wan hovî ne
Hêvîya min ji bona hemû dîna
Hemberî we em kuştî û ser jêkirî ne
Gello çıma
hey dirok rast ên bê wîjdan
zed tifû li ruwê we be
ma hûn ji belengazan re teter û maqûlin
di nav destê avrûpîyan de hûn yarî ne
xewnamin jî yek azadîye
bi çen salan ken li ser lêven me birine heta îro
gello çima
werin carê dirokê pel bi pel bıqwulpî ne
ka kê ji mere kir ferman û astengî dîna
…
Keç û kurên me pîya çun û dil û kezeba dayîka sotîne
Em qet navekişin ji dozê me heya birî ne
Dawîya
(zt)

