Jinên Êzidî: 'Pêdiviya me ya herî sereke Şengale'
08:57
Roza Amed-Arjîn GARZAN / JINHA
DÊRIK – Jinên Êzidiyên ji ber qirkirina çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedanek mezin xilasbûne li qampa Newroz ya li bajarê Dêrikê tekoşîna jiyanê didin. Gelê Rojava jî himbêza xwe ji wan re vekiriye û bi her awayî hewil didin pêdiviyên wan bînin cîh. Li gel hemû tuştan jî naxwazin axa xwe berdin. Jinên Êzidî dibêjin: “Pêdiviya me ya herî sereke Şengale. Çî dibe bila bibe emê Şengalê bernedin.”
Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajarê pîroz yê Êzidiyan Şengala dikeve Herêma Federala Kurdistanê kirin bi hezaran Êzidî qetilkirin û bi hezaran jî neçar man axa xwe ya pîroz bi terikînin û koç bikin. Ji Êzidiyên ku ji qirkirinê xilas bûn beşek ji wan li Deriyê Xabûr re derbazî herêmê bûn. Beşek jî derbazî Rojava bûn. Jinên kul i qampa Newroz ya Dêrikê dimînin dixwazin carekedinê vegerin Şengalê.
‘Emê nikarin mafê PKK yiyên axa me parastine bidin’
Ji jinên Êzidi yên li qampa Newroz dijîn Nofe Elî diyar kir ku berî ew bigihin qampê bi gelek zoriyan re ru bir u mane û got: “Gelên li vê derê ji bom e gelek alîkarî kirin. Pêdiviyên me yên rojane tînin cîh. Em gelek ji wan minedarin, lê carekedinê em dixwazin vegerin warê xwe yê pîroz Şengalê û li wê jiyana xwe berdewam bikin. Axa me Şengale, emê tucarî nikarin mafê PKK yiyên ku li axa me xwedî derketîn bidin.”
‘Berî bimirim dixwazim Şengalê bibînim’
Leylê Mirad jî da zanîn kul i qampê hemu pêdiviyên wan tên dabînkirin û wiha got: “Pêdiviya me ya herî sereke Şengale. Em careke dinê dixwazin Şengalê bibînin. Çî dibe bila bibe mê nikarin Şengalê biterikînin. Em ji niha de dixwazin biçin û heya dawiyê ji bo vegera Şengalê emê tekoşînê bikin.”
‘Şengal wetenê meye’
Ji jinên Êzidiyên li qampê Nedîfe Salih jî anî ziman kul i gel mirovên wan li Dirbisiyê hene jî lê ew li qampê mane û neçune gel mirovên xwe û wiha domand: “Ez van karên ji bom e tên kirin hemûyan giring dibînim. PKK’ê û gelê Rojava himbêza xwe j ime re vekirin. Lê em dixwazin vegerin Şengalê. Ew wetenê meye. Li cihê em li sîrgunê bimînin, li gel her tuştî jî em ji jiyan kirin ali wê re amadene.”
‘Em bi rojan meşiyan’
Jina Êzidi ya bi navê Gewra Qasim Xeyri jî destnîşan kir k udi dema êrîşên DAIŞ’ê de ew revîne, wam li serê çiyê xwe veşartine û bi wî awayî xilas bûne û wiha berdewam kir: “Birayê minê mezin li gel malbata xwe li wesayîtekê siwar bûn û çun Musilê. Em jî hatin li vêderê. Li vêderê gelek pêdiviyên me tên dabîn kirin, lê kêmanî jî pirin. Êdî hewa jî sar dibe. Pêdiviya me bi kincên zivistanê heye. Lê cardin jî yên alîkarî kirine û ne kirine bila canê hemûyan saxbe.”
(zt)

