Hunermend ji bo Şengalê û Rojava dikê digirin

08:59

JINHA


STENBOL – Dê di roja 14’ê Îlonê de biboneya piştevaniya bi Rojava û Şengalê re dê NÇM a Stenbolê dikê bigirin. Ji Navenda Nîşandanê ya Bostanci Rugeş Kirici girêdayî şahiya amade dikin bang li gel kir ku got: “Ji bo gelê Şengalê çand û baweriya xwe bijîn û rêya vegera ser axa xwe ya pîroz bibînin pêdivî bi yekgirtina her kesê heye.”


Dê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) bi boneya piştevaniya bi gelê Rojava û Şengalê re di roja 14’ê Îlanê saet 17.00’an de li Navenda Nîşandanê ya Bostanci şahiyekê lidarbixin. Rugeş Kirici ya ku dê di şahiyê de derkeve dikê diyar kir ku dê wê rojê bi organîzasyonekê hemû endamê çandê derkevin ser dikê.


Rugeş da zanîn ku ji bo şahiya dê li Navenda Nîşandanê ya Bostanci bê li darxistin eleqeyek mezin heye û wiha got: “Dema kum e ji bo Rojava şahî amade dikir, di navê de qirkirina Şengalê çêbû. Me jî biryar da em ji bo her du herêman bikin. Şahiya ku em amadekariyên wê dikin hunermendên ji der ve jî alîkarî dikin. Dê tenê ne konser bên dayîn, di heman demê de ji bo beşên dinê yên hunerê jî amadekarî tên kirin û dê bên nîşandan.”


‘Mirovahî bê deng maye’


Rugeş anî ziman kul i hemberî qirkirina Şengalê mirovahî bê deng ma û di raya giştî de zêde deng nehyat dayîn û wiha domand: “Ya ku gelê Şengal ê jiyan kir ji qirkirinên dîrokê yeke. Qirkirin ten ê ne di aliyê fîzîkî de hat kirin, di heman demê de di aliy ê çanî û baweriyê de jî qirkirin hat kirin. Awayê şer yê herî  bê rehm li wê tê jiyîn. Mirov nikare êdî ji wê re şer jî bêje. Ez cihê wê de peyîvekê nabînim bi kar bînim.”


‘Mexdurên şer carekedinê jin û zarokin’


Rugeş ya ku dê weke hunermend beşdarî şahiyê bibe destnîşan kir kul i hemberî qirkirina hatî jiyan kirin ne bese û wiha berdewam kir: “Dema ku weke jinekê li bûyerê dinêrim, di vî şerî de îşkala ser axê û bedena jinan tê kirin tê dîtin. Ev anîna ziman jî ji bom in gelek girane. Di şeran de her dem yên herî êşê dikişînin jin û zarokin. Jinên ku bedena wan tê îşkal kirin, tên tecawîz kirin. Bê goman yên herî mexdur dibin jin û zarokin.”


‘Divê jin ji bo Şengalê serferber bibin’


Rugeş derbirî ku piştevaniya wan dê tenê ne ji bo pêdiviyên wan yên bingehînbin, ji ber wê jî divê tayîbetî jin seferber bibin. Rugeş anî ziman ku ji bo gelê Şengalê çand û baweriya xwe bijîn û rêya vegera ser axa xwe ya pîroz bibînin pêdivî bi yekgirtina her kesê heye.


 (zt)