Li Dirbêsiyê perwerdeya jinan ya heftane bi dawî bû
09:05
JINHA
DIRBÊSIYÊ- Li bajarê Dirbêsiyê perwerdeya haftane ya 24 jinên Meclisa Yekîtiya Star bi dawî bû. Endama Rêveberiyên Akademiya Nûrî Dêrsimî Peyman axaftina girtina perwerdê kir û ji bo serkeftina perwerdê peyama tevlîbûna xebatan da.
Li bajarê Dirbêsiyê perwerdeya haftane ya 24 jinên Meclisa Yekîtiya Star bi dawî bû. Di roja dawî de tevayî jin lêhûrbûnên xwe û encamên ku ji perwerdê girtine anîn ziman. Li kêleka rexneyan her jinekê perspektîfê xebatê girtin. Piştî nêrîn û nirxandinên jinan bi dawî bû Endama Rêveberiyên Akademiya Nûrî Dêrsimî Bijîşk Peyman axaftina girtina perwerdê kir. Di dawiyê de jî jinan bi siloxanên weke “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyane azadî” yê rabûn ser piya. Di dawiya rojê de bi amedekariya hin zarokan û ya jinan şahiyeke hate li darxistin.
Di perwerdê de jinan bi hêzek mezin nirxandin dikirin
Di roja dawiya perwerdeyê de herî zêde jin ser renxe û rexnedanê rawestan. Ji bo ku ji niha û pêde di her aliyê jiyanê de zêdetir bikarin bi seknek zanistî rawestin ji rexneyan re vekirî bûn. Di lêhûrbûyîna her jinekê de moral girtina ji perwerdê û têgihiştina xalên nû hat ziman. Ji bo ku her jinek di xebatên xwe de hîn zêdetir çalak tev bigere û astengiyên heyî derbas bike ji hevalên xwe nerîn girtin. Di perwerdê de ne tenê rexne dihate ziman di heman demê de her jinek li gorî erkên xwe û tevlîbûna xwe ya xebatan perspektîf girtin.
Di dawiya perwerdê de Bijîşk Peyman axivî û ji bo serkeftina perwerdê peyama tevlîbûna xebatan jî da. Dema ku peyam bi dawî bû tevayî jin rabûn ser piyan bi çepik û bi siloxanên weke “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” yê ji salona perwerdê derketin. Jinan dema ku siloxan davêtin rûyê wan bi ken bû û dengê wan bi coş derdiket.
Piştî ku tevayî jin li hewşa akademiyê kom bûn şahiyek ku ji aliyê jinan û zarokan ve hatibû amede kirin hate pêşkêşkirin. Di şahiyê de zarokan bi hin fîgurên filiklorî re sitran gotin. Şahî bi helbest û sitranên jinan bidawî bû.
(za/zt)

