Li bajarê Silêmaniyê Yilmaz Guney hat bibîranîn

09:36

JINHA


SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmaniyê, ji bo 30’mîn salvegera koça dawi ya derhênerê Kurd Yilmaz Guney fîlmên kurt hatin pêşandan.


Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federala Kurdistanê, ji bo 30’mîn salvegera koça dawi ya derhênerê Kurd Yilmaz Guney fîlmên kurt hatin pêşandan. Wezareta Çandê jî piştgirî da wê çalakiyê û di roja yekem de 4 filmên kurt hatin pêşandan. Di çalakiyê de filmê kurt ê bi navê (First Story) Çîroka Yekem a derhênerê Kurd Dana Kerîm, filmê kurt ê herî baş hat hilbijartin.


Belgefîlmê ku têde behsa jiyana Yilmaz Guney dike û herwiha CD’yên filmên wî yên Dîwar, Rê û Lorî hatin belavkirin. Hat ragehandin ku çalakî dê sibê jî berdewam bike û 5 fîlmên kurt jî dê sibê bên nîşandan.


(zt)