Komxebata Konferansa Ekonomiyê ya Demokratîk despêkir

12:23

JINHA


AMED – Komxebatên ji bo amadekariyên Konferansa Ekonomiyê ya ku dê ji aliyê hevgirtina KCD, DTSO, şaredariyên bajarên mezin yên Amed, Wan û Mêrdînê ve dê bê lidarxistin despêkirine.


Komxebata dibin sernanva “Pênaseya Ekonomiyê ya Jinan û Beşdariya Jinan ya Ekonomiyê” ku di nava komxebatên ji bo amadekariya Konferansa Ekonomiyê ya ku dê ji aliyê Kongerya Cidaka Demokratîk (KCD), Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), şaredariyên bajarên mezin yên Amed, Mêrdî û Wanê ve di 27-28’ê îlonê de dê li Wanê bê lidarxistin cîh digire li Salona Resepsyonê ya Sumerparqê ya Amedê hat li darxistin. Di komxebatê de Komusyona Jinan û Komusyona Ekonomiyê ya KCD’ê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), saziyên jinan yên girêdayî DOKH’ê, akademisyen, jinên karker, temsîlyeta jinan ya din ava saziyên civakiyên sivîl de amadebûn.  


Komxebat bi axaftina Endama Komisyona Ekonomiyê ya KCD’ê Sema Koç despêkir. Sema di despêka axaftina xwe de qala darbeya leşkeriya 12’ê Îlonê kir û ji wê demê heya niha din ava 34 salan de jinên di vê pêvajoyê de hatîn qetilkirin bibîranî. Sema diyar kir ku dê komxebat bersivê bide hemû pirsên jinan û wiha got: “Ji demên dîrokê heya roja me ya îro kîjan deman jin ji aboriyê hatin durxistin?, Çawa jin hatin bê aborî kirin?, Din ava pergala kaputalîzmê de cihê jinê û ji bo jinan aborî tê çî wateyê?, Dê jin bi kîjan rêyan bikare dad, wekhevî, azadî, piştevanî, ekolojîk û jiyana komunê derbazî jiyanê bike?”


‘Ekonimî ji destê jinan hat girtin’


Sema bibîrxist ku ji dîrokê heya roja me jin ji ekonomiyê hatine qetandin û wiha domand: “Dîroka şaristaniyan û pergala kaputalîzmê yên ji civakan dur û hilberînên jinan ji derve dihêlin di afirînin û karbeşiyan jî ser vî bingehî çêdikin. Darbeya civakiya herî mezin jî aborî ji destê jinan girtin û dayîna destê bazirganan, sermayedaran û axayane. Vê rewşê aborî ji rewşa civakbûn û cewherê wê derxisti xiste rewşa bêmafiyê, zayenditiyê, mêtîngeriyê û talankariyê.”


‘Yên bedelên herî giran didin jinin’


Sema balişand ser rewşa Rojhilatanavîn di navê de ya talankar û wiha berdewam kir: “Li peyî qirkirinên ser gelên turkmen, keldanî, suryanî, ereb, filistîn û di vê dema dawî de bi tayîbetî ser gelên Rojava û Şengalê ser kurdên Êzidî tên kirin pergala deshilatiya mêran heye. Ev hişmmendî despêkê jinan hedef digirin û yên herî ji vê polîtîkayê bandor dibin û bedelên giran jî didin jinin.”


Sema anî ziman ku ji nû ve danasîna aboriyê kirin giringe û wiha pêde çu: “Dê jin bi nasnameya xwe beşdarbûyîna aboriyê bikarin carekedinê hilberînê vegerin cewherê wê yê berê. Her wiha beşdariya wê ya komxebata me şanaz dike.”


 Runiştina komxebatê ya 1’emîn bi rewşa heyî, şertên sosyo-ekonomik û beşdariya jinan di ekonomiya modernîteya kaputalîst de berdewam dike.


 (zt)