Kampanyeya îmzayan ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ berdewam dike
12:31
JINHA
AMED - Platforma Ji Bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî, daxuyand ku kampanyaya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin wê bidome.
Platforma Ji Bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî, ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû avakirin, derbarê kampanaya "Ji Ocalan re Azadî" ku di 15'ê Sibatê de hatibû destpêkirin, lê encamên ku li bendê bûn nehatine girtin de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kampanyaya hatiye destpêkirin berdewam e û wiha got: "Di destpêkê de me biryar girtibû ku di meha îlonê de em vê kampanyayê bi dawî bikin. Lê ji bo gel zêdetirê tevli kampanyayê bibe û hin pêşniyarên saziyên sivîl ên din me biryar da ku em kampanyayê bidomînin. Em bê navber wê kampanyayê bidomînin. Azadiya Ocalan, ala azadî, demokrasî û daxwaza aştiyê ye. Pêngava herî girîng ya ji bo çareseriyê azadiya Ocalan pêngava bê nîqaş ya jêneveger e."
(zt)

