Li Stenbol qeza 4 jê giran 37 kes birîndar

13:44

JINHA


STENBOL - Otobusa rêwiya ya ji Stenbolê diçû Zonguldakê li nêzî Sakaryayê ji kontrolê derket û qelibî. Di encama qezayê de 4 jê giran 37 kes birîndar bûn. 

Otobusa rêwiya ya ji Stenbolê diçû Zonguldakê li herema Alan Cuma ya nêzî Sakaryayê ji kontrolê derket û qelibî. Di encama qezayê de li gorî agahiyên destpêkê 4 jê giran 37 kes birîndar bûn. Piştî qezayê gelek ambûlans ji cihê qezayêre hatin şandin. 

(zt)