Zelal Ceger: Di şoreşa Rojava de jin rolê zindî digirin
09:02
Perihan Kaya / Şehriban Aslan
AMED- Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Zelal Ceger xebatên Yekîtiya Star nirxand û got: “Li Rojava jin; hem ser piyanin, hem şerdikin, hem siyasetêdikin, hem jî di herêma çand û ziman de ji bo pêşdebirina xebatên xwe kedek mezin didin.”
Yekîtiya Star di sala 2003’an de hatiye avakirin. Ji wê demê heya niha li Rojava bi awayek zindî xebatên xwe dike. Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Zelal Ceger din ava heyeta ji 25 kesan pêk dihat ya ji Rojava bi boneya beşdarbûna 7’emîn Kongreya Asayi ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê bibin hatibûn herêmê. Zelal xebatên Yekîtiya Star yên li tevayî Rojava berdewam dikin wiha nirxand: “Di van 3 salên şer de Yekîtiya Star tekoşînek mezin da. Endamên Yekîtiya Star di rêveberî, meclisan, komînan, heta di meclisên kantonan de di hemû herêman de cîh girtine. Di her 3 kantonên Rojava de xwe bi rêxistin kirine.”
‘Tekoşîna azadiyê weke mîrasekê ji bom e maye’
Zelan wiha domand: “Em li Rojava tekoşînekê dikin û her kes dizane tekoşînek ji bom e mîras mayî heye. Ev mîras ji ramanên Rêber Apo pêktê. Bi hezaran jinên ciwan ji bo xwedîderketina li wê mîrasî beşdarî Yekîtiya Star dibin. Di vê tekoşînê de yên şehîd jî ketin hene. Jinên ciwan ji bo gelê Rojava rêyek ya ronahiyê xêzkirine.”
‘Yekîtiya Star bi girseyek mezin xebatên xwe berdewam dike’
Zelal diyar kir k udi her 3 ê kantonên Rojava de Yekîtiya Star xwe birêxistin kiriye û wiha got: “Jinên kul i gel me di xebitin hem di saziyên dinê de di xebitin û hem jî din ava Yekîtiya Star denin. Yekîtiya Star bi girseyek mezin xebatên xwe bi rêve dibe. Ne tenê jinên kurd di heman demê de jinên suryanî, ereb û asurî jî li gel me di xebitin. Piştî şoreşa Rojava saziyên me zêde bûn. Jin di herêma ziman de ji sedî 95, di herêma çand û hunerê de ji sedî 85, di herêma îdeolojîk de jî ji sedî 80 cîh digirin.”
‘Di Rojava de jin li her derêne’
Zelal balkişand ser cîhgirtina jinan di herêmên siyasi, civakî û tayîbetî jî li kêleka YPG’ê avabûna YPJ’ê û wiha axivî: “Di asayîşên her 3’ê kantonan de jî hevalên me yên jin hene. Li Rojava jin; hem ser piyanin, hem şer, hem siyaset, hem jî di herêma çand û ziman de ji bo pêşdebirina xebatên xwe kedek mezin didin. Jinên Rojava; hem ji bo jinên kurd û hem jî ji bo jinên cîhanê modelek giringin.”
‘Niha emê ji bo xwe malên mêran vekin’
Zelal da zanîn ku weke her derê li Rojava jî hişmendiya mêran ya deshilat serwere û ji bo şikandina wê hewildan tên kirin û wiha berdewam kir: “Gelek jinên ciwan din ava xebatên me de cîh digirin. Lê ev bi hêsanî nebû. Weke li Rojava ‘mêr azad bûn û wiha pêşiya jinan vekir’ tuşetk wiha nîne. Heta jinên 30 – 40 salî jî li hemberî hevser û malbata xwe tekoşînek mezin dikin. Niha asta ku em gihiştinê ji sedî 60-70 jin li dora Yekîtiya Star civiyane. Heta jinên ereb û suryan jî hewil didin xwe bigihînin me. Yekîtiya Star ji bo xwe mînak dibînin. Mêr jî ji bom e dibêjin: ‘Emê niha li hemberî jinan ji bo xwe malên mêran vekin’”
‘Em di we de azadiyê dibînin’
Zelal balkişand ser peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya Neweroza 2013’an û gotina wi ya ‘Tekoşîna ku jin di navê de cîh negire, ew tekoşîn, ne tekoşîne’ û wiha pêde çu: “Ne tenê jinên kurd em hewil didin ku tevayî jinên suriyê beşdarî van xebatan bikin. Weke mînak jinên ereb tên beşdarî xebatên me dibin. Em ji wan di pirsin tuşta ku web er b ime ve dikişîne çiye? Ji bom e dibêjin em azadiyê di we de dibînin. ‘Malên me yên jinan’ hene. Di van malan de jin pirsgirêkên xwe tînin ziman. Pirsgirêkên ku jin bi malbatên xwe re nikarin çareser bikin em wan sewqî dadgehê dikin. Di vê civakê de emê çawan hişmendiya jinan derxînin pêş? Em hewildidin ku rêya çareseiya pirsgirêkan nîşa jinan bidin.”
‘Çeteyên DAIŞ’ê li dijî azadiya jinanin’
Zelal destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengal û Musilê qirkirin kirin, gelek jin li gel xwe birin û tecawîz kirin û wiha domkir: “Bi navê mehra cîhadê bi zorê jinan mehr dikin. Çeteyên DAIŞ’ê li hemberî nêrîna azad û jinanin. Hevalên me yên YPJ’ê ji bo xwe bigihînin jinên Şengalê û ewlehiya wan bigirin, xwe gihandin çiyayê Şengalê û bi her awayî li wan xwedî derketin. Dema ku li Şengalê ser jinan qirkirin hat kirin deng ji tu jinên xwe bi navê femînîst û demokrat didin nasîn derneketin.”
‘Divê em êdî bêjin bese’
Di dawiyê de Zelal wiha got: “Îro ne tenê vê qirkirinê ser jinên kurd dike di heman demê de ser jinên xiristiyanû ereb û hemû jinên ser vê xakê dijîn dikin. Dema ku DAIŞ êrîşî cihekê dike li wê tevayî gelên heyî tayîbetî jî jinan hedef digirin. Ji bo çeteyên DAIŞ’ê yên ku dixwazin jinan qir bikin divê em êdî bêjin ‘Êdî bese’. Divê em hemû jin bibin yek û bi hev re tekoşîna xwe bilind bikin.
(zt)

