'Bila hemû cîhan bizane em hatine dinê emê weke Êzidî jiyan bikin'

09:53

Tekoşin Tekin/JINHA


ŞIRNEX – Ji demên dîrokê heya niha ji ber gelê Êzidî baweriya xwe parastine rastî qirkirinên mezin hatine, li gel wan hemûyan jî bawerî û kevneşopiyên xwe heya parastine. Ji jinên Êzidî Nedime Heso baweriya xwe wiha dinirxîne: “Yê em dane xudaye. Weke hemû baweriyan em jî dixwazin ji baweriya me re rêz bê girtin. Bila hemû cîhan bizanin em hatine cîhanê emê weke Êzidî jiyana xwe berdewam bikin.”


Jî demên dîrokê heya niha gelê Êzidî ji ber aweriya xwe rastî bê himmar qirkirinan û zoriyan hatine. Li gel wan hemûyan jî heya roja îro bawerî û pevneşopiyên xwe parastine û bi berxwedanek mezin dane jiyan kirin. Bi destê çeteyên DAIŞ’ê gelê Êzidî rastî qirkirina 73’emîn hatin. Êzidyên ku ji qirkirina çeteyên DAIŞ’ê filitîn her yek li cihekê tekoşîna jiyanê didin. Li cihên kul ê bi cîh bûne her serê sibê radibin bi derketina rojê re ruyê xwe didin rojê û ji bo ew Êzidiyên hatine qetilkirin, ketine destê DAIŞ’ê û li cihê xwe asê mane li gorî baweriya xwe duayan dikin. Ji jinên Êzidî Nedime Heso bawerî û çanda Êzidiyan vedibêje. Nedime diyar kir ku Melekê Rawûs di baweriya wan de melekeke, heger bê xwestin dê hemû Êzidî di oxira vê baweriyê de canê xwe feda bikin lê tucarî dest ji baweriya xwe bernadin.


‘Yê em jî dane xudaye’


Nedime rojên borî li Şengalê bibîrxist û wiha got: “Ez dixwazim Şengal carekedinê vegere rojên xwe yên berê. Ez naxwazim biçim welatek biyanî. Em dixwazin vegerin warê xwe û ser axa xwe bi baweriya xwe bijîn.” Nedîme balkişand ser bi rometbûn, şerefbûna jinên Êzidî û xwest her kev vê bizane û wiha domand: “Çete rêzdariyê nîşanî baweriya me nakin. Em jî mirovin. Yê em jî dane xudaye. Di tevahiya cîhanê de gelek bawerî û ol hene. Em jî dixwazin weke hemû baweriyan rêz ji baweriya me re jî bê girtin. Bila hemû cîhan bizanin em hatine cîhanê emê weke Êzidî jiyana xwe berdewam bikin.”


‘Heta dunya avabe emê Şengalê û çiyayên wê ji bîr nekin’


Nedime anî ziman k udi baweriya wan de jin û mêr wekehv xwediyê heman mafanin û wiha berdewam kir: “Ev hevesengî bi tu awayî nayê guherîn. Li Şengalê me îbadetê xwedikir. Me goristanên xwe ziyaret dikir û ji wan dixwest me biparêzin. Me ve hemû bi duayan di anîn ziman. Heta dunya avabe emê tu carî Şengalê û çiyayên wê ji bîr nekin. Li gorî baweriya me em zarokên xwe hîna biçuk guhar dixin guhê wan. Em yê zarokên lawik yek guhar dixinê, yên keçikan jî her dixin her du guhan.”


‘Li gorî baweriya me kincên şîn li xwe kirin herame’


Nedime bilêvkir kul i gorî baweriya Êzidiyan kincên sipî pîroze û weke sembolane û wiha dom kir: “Her kes dizane kincên sipî di baweriya Êzidiyan de pîroze û berê her kesê sipî li xwe dikirn. Lê niha tenê kesên bit emen kincên sipî li xwe dikin. Li gorî baweriya me yên muyê sipî ketin porê wan dikarin kincên sipî wergirin.” Nedime diyar kir k udi baweriya Êzidiyan de kincên şîn li xwe kirin herame. Nedime da zanîn ku dema qirkirina yekem ser Êzidiyan hatî kirin, yên ser wan qirkirin kirin hemû kincên şîn li ber wan bû ji ber wê jî piştî wê qirkirina yekem din ava Êzidiyan de kincên şîn herame.


 (zt)