Konferansa Jinan ya Rêveberiyên Herêmiya DBP’ê despêkir
13:23
JINHA
WAN – Komusyona Jinan ya Rêveberiyên Herêmiya DBP’ê starta konferansên xwe yên dê li 7 bajaran bên li darxistin dan. ‘Konferansa Jinan ya Rêveberiyên Herêmiya DBP’ê’ despêkir.
Komisyona Jinan ya Rêveberiyên Herêmiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê bi duruşma “Em ax, av û enerjiya xwe bikin malê komunê. Jiyana azad û demokratîk avabikin” dê li 7 bajarên cuda pêkbê. Starta ‘Konferansa Jinan ya Rêveberiyên Herêmiya DBP’ê’ li wanê hat dayîn. Konferansê li Salona Konferansê ya Şaredariya Erdemîtan ya Wanê despêkir û dê du rojan berdewam bike. Di konferansê de ji Berpirsa Giştiya Rêveberiyên Herêmi ya DBP’ê Cîgira Hevseroka Giştî Çîmen Işik, Endama Jinan Komisyona Rêveberiyên Herêmi ya DBP’ê Hamide Yuksel, Hevşaredara Bajarê Mezin ya Wanê Hatîce Çoban, hevşaredarên navçeyan, Kathrine Mayne ya kul i Îngîltere û welatên cuda di derbarê ekolojî û rêveberiyên herêmi de xebatan dimeşîne, endamên meclisên şaredariyan, personelên şaredariyan yên jin, aktîvîstên DOKH’ê û ji saziyên jinan gelek jin amadebûn. Di konferansa ku bi basî sed jinan beşdar bûyî de jin armanc dikin k udi nava rêveberiyên herêmi de rolek zêdetir zindî bilîzin. Konferansê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayî despêkir. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin ya Wanê Hatîce Çoban ve hat kirin.
‘Weke jin divê em gelek gavên giring bavêjin’
Hatîce girêdayî xebatên şaredariyan yên 15 salan nirxandin kir û wiha got: “Weke jin divê ne gavek em gelek gavan bavêjin. Em tevgerek ya jinên radîkalin.” Hatîce diyar kir ku di Herêma Serhedê de yekem konferansa jinan ya rêveberiyên herêmî hat li darxistin, ji bo wê jî divê jin ne li gor berjewendiyên xwe yên kesanî, ji wê zêdetir ji bo berjewendiyên civakî biramin û ji her demê zêdetir bixebitin.
‘Divê em desturê nedin nêzîkatiyên weke texlîtkirina mêran derkevin’
Hatîce anî ziman ku divê rêveberiyên herêmi ser gurubên pîşeyî xebatên xwe berdewam bikin û wiha domand: “Mezinbûna êrxistina me di navê de jî tevgera jinan bi gelek zoriyan heya roja me hatiye. Tevayî cîhan niha me weke model ji bo xwe dibîne. Em di van waran de deyîndarê Birêz Abdullah Ocalanin. Birêz Abdullah Ocalan tuşta ku efo nake texlît kirine. Ji ber wê jî divê em tucarî desturê nedin helwestên weke texlîtkirina mêran derkevin.”
Piştî nirxandinên Hatîce nivîsa girêdayî tecrubeyên 15 salan yên şaredariyan hat xwendin. Girêdayî nivîsê û kêmaniyên heya nihan ava rêveberiyên herêmî û xebatên şaredariyan de hatin nirxandin û girêdayî kêmaniyan pêşniyar hatin kirin.
Paşê jî konferansa 2’emîn ya ‘Konferansa Jinan ya Rêveberiyên Herêmiya DBP’ê’ ku starta wê li Wanê hat dayîn dê di 20 -21’ê Îlonê de jî li Amedê bê li darxistin. Dê her 5 konferansên dinê jî di navbera 27-28’ê Îlonê de weke du danan li navendên weke Agirî, Sêrt, Colemêrg, Bedlîs û Rihayê pêkbên.
(zt)

