‘Ez ji bo lawê xwe û yên hatîn qetilkirin dadê dixwazim’

14:20

JINHA


AMED – Çalakiya Şaxa ÎHD a Amedê û xizmên wendayan ya heftane di hefteya 292’an e pêkhat. Di vê hefteyê de jî kesên di darbeya leşeriya 12’ê Îlonê  de û yên di encama teqîna li Parqa Koşuyouyê di 12’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dayî hatin bi bîranîn.


Her hefte Şaxa ÎHD a Amedê û xizmên wendayan bi duruşma “Bila wenda bên dîtin û kiryar bên darezandin” çalakî li dar dixin. Îor jî di hefteya 292’an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parqa Koşuyoluyê çakakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD, MEYA-DER, endamên Hewla 78’an, endamên sendîkayên girêdayî KESK’ê û xizmên wendayan amadebûn. Di çalakiya runiştinê ya vê heftê de mexdurên darbeya leşkeriya 12’ê Îlonê û 10 kesên di teqîna 12’ê Îlona sala 2006’an de li Parqa Koşuyoluyê pêkhatî de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bi bîranîn.  


‘Yên qirkirin kirine serbestin lê mexdurên wan wenda û girtîne’


Di çalakiyê de despêkê Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Racî Bîlîcî axivî û got: “Em dizanîn ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve pêvajoyek ya muzakereyan hatiye despêkirin. Ji ber wê me gav avêt, lê dewletê bersiva gava me polîtîkaya bişaftinê nîşan da” Racî darbeya leşkeri ya 12’ê Îlonê û teqîna 12’ê Îlonê ya li Parqa Koşuyoluyê jî bi bîrxisti û wiha got: “Em weke parêzvanên mafê mirovan ev 292 hefteye em li vêderê ji bo ewendayên xwe dadê dixwazin û dixwazin kiryar bên darezandin. Em dixwazin dengê me bê bihîstin. Weke tê zanîn du salvegera 12’ê Îlonê salvegera faşîzmêbû. Em îro li gel malbatên mexdurê 12’ê Îlonê li vêderêne. Yên qirkirin kirine serbestin, lê mexdurên wan wenda û girtîne. Divê bi rastî jî dewlet êdî gavan bavêje. Divê êdî dewlet û hiquq ji bom e jî hebe. Divê êdî hesabê darbeya 12’ê Îlonê bê dayîn. Emê pêşiya van ne berdin. Emê hesabê hovîtiya ser kurdan hatî kirin bipirsin.”


‘Ez ji bo lawê xwe û 9 kesên li vêderê hatîn qetilkirin dadê dixwazim’


Dayîka Rohilat Aslan yê k udi teqîna 12’ê Îlona 2006’an ya li Parqa Koşuyoluyê de jiyana xwe ji dest dabû Remziye Aslan jî bang li dewletê kir û wiha got: “Lawê min efendî bû, zerer ne dida kesê. Dibistana wî qediyabû dê bûyîba muhendiz. Ez şanaz bûm ku lawê min jiyana xwe xilaskirî ewê êdî bixebitîbana, lê qatîlan lawê min j imin girtin û ji jiyana min derxistin. Gel oma lawê min çî kiribû? Lawê min tuştek wiha maf ne kiribû. Hêza dewletê ya dîtina qatîlan heye, lê naxwaze û her dem ser digire. Ez ji bo lawê xwe û 9 kesên dinê yên li gel wî jiyana xwe ji dest dayîn dadê dixwazim. Ez dixwazim faîl êdî bên dîtin.”


Xizmên wendayan di ketina parqa Koşuyoluyê de qurnefî danîbûn û paşê jî bi 5 deqeyan runiştinê çalakiya xwe bi dawî kirin.


 (zt)