Dayîkên Şemiyê Dayîka Berfo bibîranî
14:32
JINHA
STENBOL - Dayîkên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya hefteya 494'an de aqubeta Cemîl Kirbayir ê ku 12'ê îlona 1980'an de hate binçavkirin û piştî 13 roj şunda hate windakirin pirsîn.Paşê jî Dayîka Berfo ya ku 33’ê salan li benda lawê xwe mayî û bûyî sembola Dayîkên Şemiyê hat bibîranîn.
Dayîkên Şemiyê yên Stenbolê çalakiya xwe ya aqubeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin a hefteya 494'an li Qada Galatasarayê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya heftande aqubeta Cemîl Kirbayir ê ku li navçeya Golan a Erdexanê di 12'ê îlona 1980'an de hate binçavkirin û piştî 13 rojan hate windakirin pirsîn. Xwîşka Cemîl Kirbayir Fatma Kirbayir di çalakiyê de axivî û wiha got: "Min ji dayîka xwe re soza heya em Cemîl peyda dikin dê têkoşînê bikin da."
Parêzera Kirbayir Eren Keskîn axaftina xwe bi bîranîna Berfo Kirbayir a ku di 21'ê sibata 2013'an de jiyana xwe ji dest da dest pê kir û diyar kir ku pergala hiqûqa Tirkiyeyê tenê ji bo kesên li ser navê dewletê sûc dikin tê bikaranîn û di bûyera Cemîl Kirbayir de dewlet dadê bikartîne.
'Dayîka Berfo 33 salan got, 'Dibe ku Cemîl bê' deriyê malê her tim vekirî dihişt'
Birayê Kirbayir Mîkaîl Kirbayir jî diyar kir ku tu malbatên nesîbê xwe ji darbeya leşkerî ya 12'ê îlonê girtin tunene û ji wan malbatan yêk jî malbata wan e û wiha got: "Dema Cemîl hate binçavkirin ji ber tu sir nedan ji aliyê vampîrên dewletê ve hate qetilkirin." Kirbayir bi bîrxist ku Dayîka Berfo bi salan li kurê xe Cemîl geriya û wiha axîvî: "Dayîka Berfo 33 salan bi gotina, 'Dibe ku Cemîlê bê' her tim deriyê malê vekirî hişt."
'Min soza heya ez Cemîl peyda dikim dê têkoşînê bimeşînim da dayîka xwe'
Xwîşka Cemîl Kirbayir Fatma Kirbayir jî diyar kir ku wê soza birayê xwe peyda bike da dayîka xwe. Kirbayir, anî ziman ku ji bo hestiyên birayê xwe peyda bike her tim serî li Dozgeriya Qersê dan û her tim bersiva neyînî girtin û wiha got: "Heye hiqûq pêktê em dê birûnin. Min soza heya ez Cemîl peyda dikim dê têkoşînê bimeşînim da dayîka xwe."
Piştî axaftinan daxuyaniya hefteyê ji aliyê Xwîşka Hasan Ocak Aysel Ocak ve hate xwendin. Ocak, diyar kir ku ligel darbekaran ceza girtin jî hêj bi 12'ê îlonê re rû bi rû nehatin e.
(zt)

