Jinek Şiyar Dibe!

01:31

Mizgîn TABU - JINHA

STENBOL - ‘Jinek şiyar dibe’ û dipirse: ‘Kesek, di jiyana xwe de çend caran şiyar dibe?” Bersiva wê, nivîskara lîstikê Sevîlay Saral dide û dibêje: “Piştî hişyarbûnên ku hejmara wan nayê zanîn, bi rastî jî em şiyar dibin.  Ez wisa difikirim ku em wekî mirov, dixwazin ku rakevin. Lê dîsa jî xew kêfa hişyariyeke xweş nade. Lê raketin û şiyarbûn, sebr, ked û cesaretê dixwaze.  Min di fînala lîstikê de ev nivîsî: Şiyarbûn, şerkirin e, bê navber şerkirin e. Ger ku tu rojekê biwestî û dev jê berdî, şiyarbûna te jî wê demê diqede.”

Şanoya femînîst, wekî kategoriyeke cuda ya şanoyê di dawiya salên 60’î de li Rojava teşe digire. Di vê nokteyê de ya diyarkî, bê guman têkoşîna azadiya jinê ye. Şanoya femînîst, qadeke ku jin bi newekheviya zayendî re rû bi rû dimînin, ya hunera dîtbarî dişopîne. Jinên ku li hemberî feraseta serdest a mêr ku bi salan e didome bûne xwedî zanîn, çavderiyên xwe derbasî şanoyê dikin. Ji ber di têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan de, bandora hunerê nayê piştguhkirin. Em li ser Şanoya Femînîst, bi Sevîlay Saral re ku lîstika şanoyê ya bi navê ‘Jinek şiyar dibe’ nivîsiye re axivîn.

- Di lîstik û pirtûkên we de çima mijara ‘jinê’ cihekî taybet digire?

Heta îro, hemû lîstikên ku min nivîsîne, li ser çîrokên jinan teşe girtine.  Eleqederbûna min a bi mijarê jinê re, girêdayî şert û mercên ku ez rasterast tê de jiyame re girêdayî ye. Di salên zanîngehê de, min tevgera femînîst nas kir. Vêya bandor li min kir. Min ser li pirsgirêkên jinê, bi xwendinê dest pê kir. Ji bo ku zêdetir pêşve bibim, me rêxistina Derdora Femînîst a Jinan (FKÇ) ava kir. Di salên 90’î de em baskê aktîf yên tevgera jinan a Stenbolê bûn. Ligel vê yekê, li Galatasarayê di dema dibistana seretayî û lîseyê de, min tenê bi xwendekarên jin re dibistan xwend. Ev jî bandor li min kir. Yanê bi kurtasî di van salan de min ji cîhana jinan çîrok nivîsî û min wisa dest pê kir.

- Hûn dikarin li ser xebatên xwe yên şanoyê yên li Derdora Jinan a Femînîst çêkirine agahiyan bidin?

Derdora Jinana Femînîst, di sala 90’î de li Bogazîçiyê, ji aliyê jinên ku xebatên koma lîstikên gel û şanoyê dimeşandin ve hate avakirin. Ji ber vê jî, herêma xebatê ya jinên FKÇ’ê, bi giranî qada huner û çandê bû. Piştî avakirina wê, di salên din de di qadên şano, reqs û muzîkê de xebat hatin meşandin û encamên vê, di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dihat pêşkêşkirin. Piştî sala 2003’an, ev xebat bi 8’ê Adarê sînor nema û me derxist derve. Me heta îro di qada şanoya femînîst de gelek proje amade kir û pêşkêşî temaşevanan kir. Hinek, tenê ji bo temaşevanên jin dihatin pêşkêşkirin û di forma ‘Şanoya jinê de’ hatibû amadekirin. Taybetiya van lîstikên di van forman de hatiye amadekirin, tenê jin cih digirin. 

- Şano ji bo nasnameya jinê ya zayendî çiqas bi bandor e?

Şano  jî wekî hemû beşên hunerê, di çarçoveya nihêrtina cîhanê ya hunermend îcra dike de teşe digire. Dema ku mirov li ser dikê pirsyarîkirina pergala zayendê temaşe bikin, herî kêm vê lêpirsînê hîn dikin. Fêm bike an neke, ev pirsgirêka wan e, lê dramaturjî ya femînîst, bi riya şanoyê dighêje temaşevanan. Di têkoşîna wekhevî û azadî a jinan de ez bawerim ku şano bi bandor e û ji ber vê jî, ez hê jî lîstikên jinan dinvîsim û didomînim.

 - Navê pirtûka we û lîstika we ‘Jinek şiyar dibe’ ye. Çima ev nav?

Navê gelek lîstikên min yek hevok e û zelal e. Piştî ku min ev lîstik nivîsî, min digot dê navê wê ‘Jinek’ be. Lê Aysel Yildirim ku di projeyê de berpirsyara lîstikê bû, ev nav qebûl nekir. Ez bawerim bê rih dîtibû. Di ser re dem derbas bû.  Ji bo ku navekî li vê lîstika xwe bikim, min zehmetî kişand. Omer F Kurhan ji bo sernav bû alîkar. Dema ji min pirsî ‘Ev jin çi dike?’ min jî got ‘Ev jin şiyar dibe’. Piştî vê sohbetê, me navê lîstikê ‘Jinek şiyar dibe’ danî. Ez bawerim min dixwest çîrokeke lehengiyê ya cihana jinê vebêjim. Sedema tercîhkirina vî navê jî, ev bû. Em jin li dijî pergala serdest ya ku çîrokên me ji rêzê dibînin binpê bikin, divê em çîrokên xwe ji nava xwe nenivîsin.

- Di lîstika we de ‘Jinek şiyar dibe’ û dipirse: Kesek di jiyana xwe de çend caran şiyar dibe?” Niha em ji we dipirsin: Mirovek di jiyana xwe de çend caran şiyar dibe?

Hin xewn hene ku mirov nikarin ji nav derkevin…Dema mirov hîs dikin ku şiyar bûne, mirov li cihekî din ê xewnê ne. Piştî gelek hişyarbûnan, ancax mirov bi rastî şiyar dibin. Ez difikirim ku em wekî mirov ji xewê hez dikin. Dîsa jî xew, kêfa şiyarbûneke xweş nade. Xeyalên me yên şiyarbûnê û xewa mirovan jî wisa ye. Lê xew û şiyarbûn, ked û cesaretê dixwaze. Min di fînala lîstikê de got: Şiyarbûn, şerkirine, bê navber şerkirin e. Ger ku tu rojekê biwestî û dev jê berdî, şiyarbûna te jî wê demê diqede. Bêhnvedan mafê min be jî, xew bo min heram e.”

- Tenê jin dikarin lîstika we ya ‘Jinek şiyar dibe’ temaşe bikin. Çima we biryarek wisa da?

Ev vê froma pêşandanê, wekî ‘şanoya jinan’ bi nav dikin. Ez behsa formek ji rêzê nakim.  Li gorî me, wateya wê ev e: “Di qada cemawerî de ji bo jinan qadeke vekirî ava bikin. Li cîhana ku em dijîn hê jî baviksalarî heye û hemû şîdet didome. Jin hê jî yekem mexdûrên şer, xizanî nîjadperestiyê ne.”

Sevîlay Saral kî ye?

Ez di sala 1965’an de li Stenbolê ji dayîk bûm. Min li Lîseya Galatasaray xwend û li wir dest bi şanoyê kir. Min Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Bogazîçî temam kir. Min mastir û doktoraya xwe li heman zanîngehê kir. Di jiyana perwerdehiyê de min di Lîstikvanên Zanîngeha Bogazîçî (BUO) de berdewam kir. Ji sala 1995’an şûnde di nava civaka Hunermendên Pêşandana Bogazîçî de  min xebatên xwe berdewam kir. Ji sala 1997’an şûnde di Derdora Jinên Femînîst de ku hem damezrîner û hem jî endamê wê bûn de min lîstikên li ser jinê nivîsî. 

Wêne: Mîzgîn Tabu

(mt/hp/ht/xo)