'Êdî em jî jiyanek asayî dixwazin'

08:34

Tekoşin Tekin/JINHA


ŞIRNEX – Êzidiyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê canê xwe xilas kirine tekoşîna jiyanek nû didin. Dema k udi peyîvin hîna şopên kirinên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê ser wan dixuyê û her dem tînin ziman ku ew di tevayî jiyana xwe de deyîndarê PKK’ê ne. Jin didin diyar kirin ku zarokên wan ji wan kirinên DAIŞ’ê gelek bandor bûne. Ji jinên Êzidî Kejê Haran got: “Zarokên me dema k udi razin bit irs şiyar dibin û çeteyan di xewna xwe de dibînin. Em êdî dixwazin vegerin jiyanek asayî.”


Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyane canê xwe xilas kirine şop û tirajediyên şer ji bîr nakin. Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyane li sînorê Roboskî re derbazî herêma Şirnexê bûne. Niha jî di kampa li Şantiya Dicle Teknikê de ji bo demî hati avakirin dijîn. Êzidiyên kul i gel tekoşîna xwe ya jiyanê şop û tirajediyên jiyan kirîne jî li gel xwe dihilgirin. Dema ku jinên Êzidi ya bi serê wan hatiye dibêjin nikarin li hemberî rondikên çavên xwe bibin asteng. Xezal Reşo ji bo xilaskirina canê xwe bi rojan meşa xwe ya di çiyayê Şengalê de wiha tîne ziman: “Heger em ne bezîbana emê ketibana destê çeteyên DAIŞ’ê û dê situyê me birîbana serê me jêkiribana. Tenê di destê me de rev mabû. Em neçarbûn yan jî dê serê me jêkiribana. Niha herin çiyayê Şengalê hunê bi milyonan serê mirovan bibînin. Çeteyan mêr qetildikir û jin jî li gel xwe dibirin. Ji derveyî kincên ser me tuştekî din yê me nema. Di çiyayê Şengalê de 6 rojan em bê av û xwarin man. Ji tîn û birçînan jin û zarokên me dimirin.”


‘PKK taca serê mene’   


Xezal diyar kir ku PKK yî hatin gelê Êzidî ji mirinê rizgar kirin û wiha got: “PKK yî hatin em ji çiyayê Şengalê rizgarkirin. Em birin Rojava û paşê jî dema me xwest em bên li vêderê alîkariya me kirin. PKK yî taca serê mene, heger ew nebana dê çeteyan serê me jêkiribana.” Xezal da zanîn ku Pêşmergeyan alîkariya wan nekiriye û wiha domand: “Pêşmergeyan em firotin. Ji derveyî PKK’ê kesê alîkariya me nekir. Ez bang li hemû dewletan dikim bila alîkariyê bidin me û me ji vê qirkirinê rizgar bikin.”


‘Heger PKK yî nebana me nedikarî ji çiyayê Şengalê rizgar bibin’


Besê Xelef jî dema ku tuştên bi serê wan hatî dibêje nikare ser rondikên çavên xwe serwerbe û ji çavên wê mîna taviyên bûharan rondik dibarin. Besê li gel wê hestiyarbûna xwe wiha dibêje: “Dayîk û keçên me hemû di destê çeteyan denin. Rewşa me qet baş nîne, pêşmergeyan em firotin. Heger PKK nehatana li hewara me niha me hamû mirîbûn. Heger ne ji PKK’ê bana ne sax ji çiyayê Şengalê ne difilitîn. Jin û zarokên me ji tî û birçînan mirin. PKK’ê em ji çiyayê Şengalê birin Rojava. Em 7 rojan di kampê de man. Paşê jî bi ewlehî alîkariya me kirin heya em gihiştin vêderê.”


‘Her şev çete tên ber xewa zarokên me’


Kejê Haran jî destnîşan kir ku ji bo ew ji Rojava bên du rojan di rêde meşiyane û wiha dom kir: “Em hatin lê gelek malbatên me li kampa Rojava man. Gelek mirovên me mirin gelek jî windane hîna em nizanin li kune. Heger ne ji PKK’ê bana dê halê me zêdetir xirabana û dê çeta em hemû qetilkiribana. Êdî deruniya me xirabûye her şev çete tên xewna me. Zarokên me dema dirazin bi tirs şiyar dibin. Di xewna xwe de çeteyan dibînin. Me ji vî alî xilaskin. Em jî êdî jiyanek asayî dixwazin.”


 (zt)