‘Ji ber nebûna dermanan nexweşî belav dibin’

08:39

Roza Amed-Arjîn Garzan/JINHA


DERIK - Endamê Heyva Sor a Kurd Bijîşk Mehmed Şexmus ku li kampa newroz xizmeta tenduristiyê dike rewşa tendûristîya gelê Ezidi yên li kampa Neweroz wiha nirxand: “ Ji ber ne bûyina dermanan nexweşî belav dibin. Taybet jî nexweşîyeke  nû di nava kampê de derketiye.  nexweşiya ku em jêre dibêjîn cereb yanî gurî bûyin pêş ketîye. Jî ber ku derman nîne em nîkarîn tedawiya wan bikin.  Niha nêzî  70’ê kesî bî vê nexweşi yê ketine."


Ji ber qirkirinên çeteyên DAIŞ’ê Êzidiyên Şengalê neçarî koçberiya bi darê zorê hatin. Beşek mezin ji Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyan xwe sipartibûn çiyayê Şengalê bi rêya korora miroviya YPG/YPJ’ê xwe gihandin Rojava. Gelê Rojava jî ji bo wan hembêza xwe vekirin û li gorî derfetên xwe li wan xweîd derketin. Welatiyên Rojava ji bo koçberên Êzidî Kampa Newroz avakirin û ew têde bi cîh kirin. Welatiyên Rojava hewil didin di her warî de alîkariya gelê Êzidî dikin. Yek ji van alîkaraiyan jî beşê tenduristiyê ye. Ji despêka avakirina kampê heya niha beşa tenduristiyê bi bijîşkên Rojavayi yên dilxwaz xizmetê dikin. Ji wan bijîşkan jî yek  ji Heyîva Sor a Kurd Bijîşk Mehmet Şexmus e. Bijîşk Mehemed diyar kir kul i kampê kêmaniyek mezin ya dermanan heye û banga alîkariyê li hemû saziyên tenduristiyê yên cîhanê kir.


‘Pir nexweş hene lê derman pir kême’


Bijîşk Mehemed rewşa tenduristiya qampa Newroz wiha tîne ziman: "Weke Heyva Sor a Kurd em li vêderê  ser xebatên tenduristiyê disekinin.  Dema nu ev kamp vebû  pir nexweş hebûn û li gora derfetên xwe em li ser sekinîn. Lê her dîçe di destên me de derman kêm dîbe.  Pir nexweş hene lê derman pir kême.”


‘Di vê dawiyê de Nexweşîya gurîbûyinê derketiye’


Bijîşk Mehemed anî ziman k udi nava kampê de nexweşiyek nû ya vedigire derketiye û heger zu mudaxeleya wê neyê kirin û derman ber destê wan ve neyê gihandin dê rewş nebaş bibe û wiha domand: “Taybet jî nexweşîyeke  nû di nava kampê de derketîye.  nexweşîya ku em jêre dibêjîn cereb yanî gurî bûyin pêş ketîye. Nexweşîya gurîbûyinê jî ber bêderfetên paqijî yê derdikeve holê. Destpêkê yên me teşhîs kirin 5 kesbûn. Lê jî ber ku derman nîne em nîkarîn nîha tedawîyen wan bikin.  Nîha nêzî  70’ê kesan bi vê nexweşî yê keti ye.   Dîvê bi awayek herî lezgîn em lî ser vê nexweşiyê bisekinin. Derfetên me pir kêmîn.   Eger ser neyê sekinandin wê nexweşî pir belav bibe.


Bijîşk Mehemed banga baldariyê li her kesê kir û wiha berdewam kir: “Bangawazîya me ji hemû saziyên tendûristiyê yên cîhanê ewe ku alîkariyê bidin me.  Tiştên ku em niha dikin rojaneye. Tîştên destê me de pîr  kêmin.  Ya herî pewîst tiştên hîjyenîk û îlacîn."


(ra-ag/zt)