Perwerdeya bi zimanê dayîkê di 15’ê Îlonê de despêdike

08:43

Derya Ceylan / JINHA


AMED – Li tevahiya herêmê 3 dibistanên ji bo perwerdeya kurdî hatîn avakirin dê di 15’ê Îlonê de destpêbikin. Endama TZP’ê û Perwerdêra li Mala Piştevaniya Perwerdê ya Yenîşehîrê Zanyariyên Fenê bi kurdî dide Ruken Pel diyar kir ku dê mifrdadên perwerdê yên her 3’ê dibistanan jî heman bin û got: “Niha ev dibistan ji du polan pêktên. Dê di van dibistanan de bi du zaravayên kurdî kurmanci û dumilî perwerde bên dayîn. Dema ku taleb pirbin dê polên dinê jî bên vekirin. Di dibistanên ku dê zimanê perwerdê kurdîbe, dê waneyên weke bîrkarî, muzîk û wêne bên dayîn. Dê ev waneyane di her çar dibistanan de jî bi heman şêweyî bên dayîn.”


Di mehên derbasbûyî de 3’ê dibistanên ji bo perwerdeya zimanê kurdî dihatin avakirin. Niha êdî sazumaniya wan qediyaye û dê di 15’ê Îlonê de dest bi perwerdê bikin. Dibistanên li navçeya Rezan ya Amedê,  navçeya Geverê ya Colemêrgê, navçeya Cizîr ya Şirnexê bên vekirin dê waneyên wan bi du zaravayên Kurmancî û Dumilî bin. Endama TZP’ê û Perwerdêra li Mala Piştevaniya Perwerdê ya Yenîşehîrê Zanyariyên Fenê bi kurdî dide Ruken Pel da zanîn ku dê gel li dibistanên xwe xwedî derkevin. Ruken destnîşan kir ku dê ev dibistanan di asta dibistanên seretayî de despêbikin.


‘Dê zimanê perwerdê kurmancî û dumilî be’  


Ruken vebûna dibistanên kurdî wina nirxand: “Dê bidistanên kurdiyên li Gever, Amed û Cizîrê di 15’ê Îlonê de despê bikin. Dê ev dibistan di asta dibistanên seretayî de despêbidin. Dibistanên ku dê niha bi du polan despêbikin, dê perwerdeya wan jî bi du zaravayên kurdî kurmancî û dumilî bin. Heger ji gel teleb pirbê dê polên dinê jî bên vekirin. Dê di her du polan de jî waneyên weke bîrkarî, muzîk û wêne bên dayîn. Dê ve waneyane di her çar dibistanan de bi heman şêweyî bên dayîn.”


‘Bi tekoşîna gel zimanê kurdî gihiştiye roja îro’


Ruken anî ziman ku her çendî dewlet zimanê kurdî na pejirîne, lê zimanê kurdî ji bo gelê kurd xwediyê giringiyek mezine û wiha domand: “Zimanê kurdî di serî di bi keta dayîkên me û bi tekoşîna hemû gelê kurd heya roja îro hatiye. Dê ji niha û şondejî zimanê me bibe zimanê perwerdê.”


‘Divê zarok bi zimanê xweyê dayîkê pirtûkan bixwînin’


Ruken bilêv kir ku dê ji dewletê tuştekê hêvî nekin û ji bo pêşdebirina ziman xebatên xwe berdewam bikin û wiha berdewam kir: “Em ji gelê xwe dixwazin zarokên xwe hînî axaftina bi zimanê xwe bikin. Ji bo zarok di zimanê xwe de pêş bikevin bi wan pirtûkan bidin xwendin. Ji bo peyîdakirina pirtûkên zimanê kurdî dikarin serî l ime bidin. Ji xwe li TZP’ê û Kurdî –Der ‘ê xebatên ji bo zimanê kurdî hene. Li van her du saziyan her sal wane tê dayîna bi hezaran kesan.”


 (zt)