Keda 23’ê salan ya Pîra Fatê û heskirina wê ya tekoşînê

08:46

Sarya Gozuoglu / JINHA


AMED – Pîra Fatê li gora Vedad Aydin û PKK yiyên li Goristana Deriyê Mêrdînê dinêrî bêyî ku li benda tutiştekê be. Pîra Fatê li gel temenê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe jî heta roja dawiya temenê xwe li goristanê nêrî. Gelek caran derdorê wê ji wê re digotin: “Tu çima karek wiha dikê.” Pîra Fatê ji bo wan digot: “Ezê niha li şehîdên xwe binêrim dê rojekê ew jî l imin binêrin.” Di dawiyê de Pîra Fatê weke wesyeta ku kiribû bi kesk, sor û zer hat pêçan û li kêleka Vedad Aydin hat veşartin.


Fatma Çakar ya ku  weke (Pîra Fatê) dihat nasî di sala 1912’an de hatiye dunyayê. Di tevayî jiyana xwe de Pîra Fatê din ava tekoşîna gelê kurd de cîh girtiye. Di demên berê de Pîra Farê hevserê xwe wenda kiriye. Berî niha 23 salan Vedad Aydin di sala 1991’an de ji aliyê JITEM’ê ve hat qetilkirin. Ji wê demê heya niha pakirina goristana wî û hemû PKK yiyên li Goristana Deriyê Mêrdînê, avdana darên ser wan goran û hemû karên ser wan goran tên kirin Pîra Fatê weke karê xwe dizane û dike. Pîra Fatê bi salan bêyî kul i benda tuşekêbe vî karê goristanê weke peyîwera xwe dizane, dike û digot: “Ez îro li wan dinêrim, dê rojekê berhemê keda şehîdan avakirî jî l imin binêrin.”


‘Min li şehîdan nêrî dê ew jî l imin binêrin’


Bi salan Pîra Fatê karê nava goristanê berdewam kir û gelek caran ji derdorê gotinên weke: “tu çima ewqasî kedê didê, ji xwe temenê te mezine tu nikarê.” Wê jî bersiva van gotinan wiha daye: “Min li şehîdan nêrî dê rojekê ew jî l imin binêrin. Dê partî l imin binêre. Ez baş dizanim ku heya niha haya wan j imin nîne. Heger zanibin dêbên gel min.” Weke wê gotî bû berî niha salekê Beşa Mirovên Bitemen ya ku ji aliyê Dawîreya Xizmetên Civakiya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ve hatî amadekirin alîkarî dan wê û lê xwedî derketin. Pîra Fatê jî bi şanaziyek mezin ji hemû taxa xwe re wiha dibêje: “Min dizanî dê di pêşerojê de min bi tenê nehêlin. Min dizanî dê şehîd l imin xwedî derkevin.”


‘Dema ez mirim min teslîmî Vedad Aydin û şehîdên min bikin’


Pîra Fatê weke jinek bêdeng li goşeyekê nedikarî jiyan bike ji ber wê jî li gel her du lawên xwe nedikarî li hev bike û li gel wan jiyan bike. Ji ber Pîra Fatê jinek ne ji rêzêbû. Jinek bi hêz û kedkarbû.  Bi salane ew ji tu çalakiyan kêm nemaye bi giyanek ji dil li gel tekoşînê bû û bi wî giyanî di xebitî. Li gel temenê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe jî bi seknek berxwedêr tekoşîn dikir, dibe ku ev sekna xwe jî ji baweriya xwe ya tekoşînê girtibû. Bi heskirinek mezin 23’ê salan ked daye. Pîra Fatê berî jiyana xwe jidestbide westa wê wiha bû: “Dema ez mirim, cenazeyê min bi kesk, sor û zer bipêçin weke gerillayan rakin. Hun min li ku dişon bişon, lê min li Goristana Deriyê Mêrdînê  teslîmî Vedad Aydin û şehîdên min bikin.”


Di van demên dawiyê de nexweşiya dil bi Pîra Fatê re peyîda bûyîbû. Li gel wan hemû nexweşiyan jî heya roja dawiyê xebata xwe berdewam dikir. Dema ku gelek nexweşbana nekaribana ji cihê xwe rabe jî dixwest nasên wê biçin nava goristanê li gorên wê lêdinêrî binêrin. Pîra Fatê di 4’ê Îlonê de çavên xwe li jiyanê girt.


 (zt)