Li Antalyayê qeza: 13 mirî û 28 birîndar

09:16

JINHA


ANTALYA - Li ser riya bejayî ya Antalya- Isparta otobusa rêwiyan di rê de çû û wergeriya. Di encama qezaya otobusê de li gorî agahiyên ewil 13 kesan jiyana xwe ji dest da û 28 kes jî birîndar bûn.

Otobusa bi plaqeya 03 VY 403 ya ku ajokariya wê Sînan Dogruay dikir a ku ber bi naveya Manavgatê ya Antalyayê ve diçû seat di derdorên 05.00'an de li herêma Geliyê Karagoz ê ku 50 km dûrî Antalyayê ji kontrolê derket û wegeriya. Di encama qezayê de li gorî agahiyên ewil 13 kesan jiyana xwe ji dest da û 28 kes jî birîndar bûn. Ji Antalya û Ispartayê gelek ambulans sewqî cihê qezayê hatin kirin.

(zt)