Di 15’ê Îlonê de dibistan di boykotê denin

10:41

 


JINHA


WAN/AGIRÎ – Ji bo bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê gelek derdorên weke perwerdêr, mamosta û xwendekaran bang li hemû xwendekaran kirin başdarî hefteya boykotê ya ku ji 15 Îlonê despêdike bibin. 


Perwerdeya zimanê dayîkê ya ku weke mafê jiyanê ji bo her mirovekê rewa, lê mixabin di sed sala 21’emîn de jî hîna li Tirkiyê qedexe li sere. Di sala nû ya perwerdeyê de carekedinê mafê perwerdeya zimanê dayîkê ji bo kurdan nehat pejirandin, ji ber wê jî dê kurd bi hefteyek boykotê dibistanên pergalê protesto bikin. Mamosta û xwendekar alîkarî didin boykotê û bang li her kesê dikin bil ali vî mafê mirovî xwedî derkevin.


‘ Ji ber zimanê me nehat wendakirin û binaxkirin em minedarê dayîkanin…’


Girêdayî boykotê Hevseroka Şaxa Kurdî-Der’ê ya Wanê Jînda Rugeş Kaçak nirxandin kir. Jînda berî dest bi axaftina xwe bike despêkê sipasiyên xwe ji bo her kesên ji bo windanebûna zimanê kurdî ked dane kir û wiha despêkir: “Bi tayîbetî jî ez sipasiyên xwe ji bo dayîkên kurdan dikim. Ji ber zimanê xwe hînî zarokên xwe kirine. Ji bo ku zimanê kurdî neyê wendakirin û binaxkirin em minedarê dayîkanin. Di rastiyê de zimanê dayîkê zanîn kesayeta xwe naskirine. Mirovên ku zimanê dayîka xwe dizanin din ava jiyana rojane de zêdetir dikarin xwe bînin ziman. Zimanê dayîkê hizurê dide mirovan.”


‘Bi zimanê dayîka xwe axaftin mafê meye!’


Jînda wiha axaftina xwe domand: “Bi salane em di  bîra tariya dewleta Tirkiyê denin. Bi awayek fermî ziman dayîkê karanîn mafê meye. Em dixwazin bi zagonî zimanê xwe jiyan bikin. Ev ziman di saya tekoşîna gelê kurd û kesên ku bedel dane de winda nebûye. Ji bo xwedî derketina li zimanê xwe em jî beşdarî boykotê dibin û bang li hemû gel dikin k udi vî aliyî de baldarbin  û beşdarî boykotê bibin.”


‘Bi zimanê dayîkê perwerde rêgeza me ya jênegere’


Hevseroka Şaxa Egitim-Sen’ê ya Agiriyê Semra Yel diyar kir ku ne tenê kurdî divê hemû kêm netewên dinê jî mafê xwe yê perwedeya dayîkê bi dest bixin û wiha got: “Weke Egitim-Sen perwedeya bi zimanê dayîkê rêgeza meya jênegere. Emê di mijara perwerdeya zimanê dayîkê de îsrar bikin. Em hemû rêxistin û organên civakî vedixwînin gel xwe.”


‘Zimanê me rometa meye bila her kes li rometa xwe xwedî derkeve’


Ji Mamostayên Kurdî-Der’ê Leyla Akayuz bal kişand ser xwedîderketina li zimanê dayîkê û wiha domand: “Zimanê me rometa meye. Bila hemû gelê me li rometa xwe xwedî derkevin. Em dixwazin gelê me hefeteyekê zarokên xwe neşînin dibistanê û alîkariyê bidin boykotê.” Xwendekara Kurdî-Der’ê Ayşe Kuran jî got: “Em dixwazin bi zimanê xwe biramin, bixwînin û binivîsînin. Em ji bo wê jî dibistanên dewleta Tirkan boykot dikin.” Ji xwendekarên Kurdî-Der’ê Xelat Yucel jî wiha got: “Em dixwazin bi zimanê dayîka xwe xwe bînin ziman û perwerdeyê bibînin.” Ji xwendekaran Beyaz Artaş jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Ev 20 sale em li dibistanên Tirkan dixwînin. Êdî bila zimanê me neyê qedexekirin. Ji ber wê jî emê beşdarî boykotê bibin û hefteyekê neçin dibistanan.”


 (zt)