Di çemê Dîclede zaroka bi navê Bêrîvan windabû

16:20

JINHA


ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê zaroka 8 salî li gel malbata xwe li ber peravên çemê Dîcle bermayiyên daran kom dikir ji bo hênîk bibe kete nava çem û paşê di çem de winda bû.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zaroka bi navê Bêrîvan Izrak (8) a ku bi malbata xwe re li ber peravên çemê Dîcle bermayiyên daran kom dikir ji bo hênîk bibe bi tena serê xwe ket avê û winda bû. Zaroka demekê di navê de perpitî pişt re di avê de niqorî bû û winda bû. Endamên malbatê yên din ji bo Berîvana biçûk xilas bikin xwe avêtin avê lê zaroka biçûk peyda nekirin.

Piştî malbatê agahî da ekîbên binavger ên Şaredariya Cizîrê li berava çem bi welatiyan re xebatên lêgerînê dan destpêkirin û xebat didomin. 


(zt)