Li Rojava çeteyên DAIŞ’ê komkujî kirin
18:14
JINHA
TIL HEMÎS– Li herêmên Til Hemîs û Til Maruf yên girêdayî Cizîrê operasyona ku YPG’ê li dijî çeteyan daye destpêkirin, didome û pevçûnên dijwar diqewimin. Hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê windahiyên mezin didin, lewre jî sivîlan wekî mertal bikar tînin, nahêlin welatî derkevin û 30 sivîl qetil kirine.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên Ajansa Nûçeyan ya Hewar (ANHA) ê ji herêma operasyonê ragihandine, operasyona şoreşgerî ku hêzên YPG’ê şevêdin, (13'ê Îlonê 2014) li herêmên Til Marûf û Ebugayf ên giredayî bajaroka Til Hemis a girêdayî bajarê Qamişlo li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin didome. Nûçegihanan diyar kirin ku şer niha li gundên Ruheye, Dibabê, Şermux, Til Maruf û Ebugayf dijwar bûye û çete windahiyên mezin didin.
Çete sivîlan wekî mertal bikar tînin
Nûçegihanan ragihand ku çeteyên windahiyan didin, welatiyên sivîl wekî mertal bikar tînin, nahêlin ku sivîl ji gundan derkevin û wan qetil dike. Hate ragihandin ku çeteyan li gundên Şermuxa Mezin û derdora wê nahêle sivîl derkevin derveyî qada şer û gundan dişewitînin. Li gorî agahiyan çete li gundên Til Xelîl û Hediyatê yên girêdayî Til Hemîsê komkujî pêk aniye û hewl didin ku viya jî li ser navê YPG’ê bide nîşandan.
(zt)
