Ciwan û xwendekarên zanîngehê ji bo Rojava û Şengalê ser linganin
08:37
Bêrîvan Sumer / JINHA
WAN – Piştî qirkirinên çeteyên DAIŞ’ê ser gelên Rojava û Şengalê gelek Şengalî neçar man cîh û warên xwe terikandin û derbazî herêmê bûn, ciwanên MEGAM-DER’ê jî ji bo alîkariya wan ketin nava seferberiyê. Ji xwendekaran Leyla Avci diyar kir ku ew ji bo piştevaniya gelê Şengalê kermesan çêdikin û got: “Ji bo DAIŞ neyê hewandin divê gel baldar tevbigerin û bi hişmedîbin.”
Bi awayek hovane çeteyên DAIŞ’ê êrîşî ser gelên Rojava û Şengalê kirin û qirkirin pêkanîn. Êzidiyên ji ber qirkirinan revîn canê xwe rizgar kirin derbazî herêmê bûn. Ji bo alîkariya wan Ciwanên Navenda Lêkolînê ya Mezopotamya (MEGAM-DER) ê û Komeleya Xwendekarên Yuzincu yê yên (YODER) ê bi hev re li Kolana Hunerê ya Wanê kermes danîn. Kermesa kus ê rojan berdewam kir ji derveyî xwendekaran welatiyan jî eleqeyek mezin nîşan dan. Girêdayî xebatên ku dikin û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji xwendekaran Leyla Avci da zanîn ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê tayîbetî ser jinanin, lê jinên kurd bi tekoşîna xwe bersivê didin êrîşên wan.
Leyla destnîşan kir ku bi armanca piştevaniya gelê Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê xwe xilaskirine û hatine herêmê kermes avakirine û wiha got: “Armanca me ya ji kermesê kêm jî bi alîkarî dayîna gelê Êzidiyên koçî vêderê kirine. Em difikirink hinekî bi van xebatan hestiyarbûna xwe û piştevaniya xwe bidin diyar kirin.”
‘Li hemberî qirkirinê bêdengmayîn tê wateya hevkarîkirina zilmê'
Xwendekarê bi navê Vedad Kaplan jî balişand ser êrîşên çeteyan yên tayîbetî ser jin û zarokan û wiha domand: “Ev nêzîkatî nakevin tu qalibên mirovahiyê. Niha qala qirkirina jinan û li çiyayê Şengalê mirina bi hezaran zarokan tên kirin. Teqez ev kirinane tu peyîwendiya xwe bi mirovbûnê ve nîne. Li hemberî van kirinan bêdeng mayîna met ê wateya bi zilmê re bûna me.”
(zt)

