Pêşangeha ‘Qêrîna hezar salan’ tê vekirin

10:30

Nurcan Yalçın / JINHA


AMED – Jina ciwan ya bi navê Sarya Ozgur bi salane makyaja plastîk dike û bi hunera xwe hemû qirêjiya şer radixe ber çavan. Sarya weke ‘qêrîna hezar salan’ binavdike. Sarya di hunera xwe de zarokên di şer de hatine qetilkirin, jinên hatine êsîrgirtin û bedenên parçebûyî dide. Sarya dê 25 eserên xwe li Salona Pêşandanê ya Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn di 15-18’ê Îlonê de pêşanbide.


Jina ciwan ya bi navê Sarya Ozgur bi salane makyaja plastîk dike û bi hunera xwe hemû qirêjiya şer radixe ber çavan. Ji zarokatiya xwe ve Sarya bi van karan ve mijul dibe û bi vê hunera xwe ruyê şer yê rastiyê bi mirovahiyê re ru bir u dike. Sarya bi hunera xwe hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê kirin, bedenên parçebûyî, zarokên qetilkirî û jinên hatî revandin radixe ber çavan. Sarya girêdayî xebatên xwe wiha got: “Ji ber xebata min şer bûyer û kirinên şer radixe ber çavan ji ber wê jî min weke ‘qêrîna hezar salan’ binav kir. Hunera min bi giştî şopên zarokên hatîn qetilkirin û bedenên hatîn parçekirinin… Ez hewil didim van zindî bikim û bînim ziman. Ez carekedinê êşa û jana bê eman ya şer bi bîra mirovan dixim.”


‘Hunera makyaja plastîk ne tenê şer tîne ziman’


Sarya bibîr xist ku makyaja plastîk ne tenê ji bo şopên şer û qirkirinan bidiye, her wiha di gelek aliyên dinê de jî dikare bê xebitan din û wiha domand: “Ez dizanim ku bi vê xebata xwe ji ber her dem şopên qirkirin û xemgîniyê didim mirovan xemgîn dikim. Lê gelek caran ev huner dikare bi awayê pêkenîn jî bê amadekirin û mirovan bide kenandin jî.”


‘Ser erdnîgariya me gelek şopên janên mezin yên hatîn jiyan kirin hene’


Sarya destnîşan kir ku hîna ji zarokatiyê eleqeya wê ya li hemberî vê hunerê pêşketiye û wiha berdewam kir: “Li wê bi sê boyûtan vî karî dikim. Dest, ling û qetilkirina mirovan tucarî ez ne tirsandime. Temaşekirina filîmên tirsê temaşekirin b imin re eleqeyek da çêkirin ji bo despêkirina vê hunerê. Min jî bi mereqek mezin dest bi vî karî kir. Ev 10 salin ez vî karî dikim. Girêdayî vî karî perwerdê dibînim. Di demê pêşde ezê zêdetir pêşde bibim û zêdetir mijarên giring beşarî karê xwe bikim. Min konseptek wiha hilbijard. Li derdora Amedê mirovên demdirêj jiyan kirine gelek şopên dilêş li peyî xwe hêlane, ev jî bû sedem ku ji bo hunerek wiha eleqeya min çêbibe.”


‘Ez ji şeran bandor bûme bi wê hunerê xwe çêdikim’


Sarya anî ziman ku şerê di herêmê de bi salane berdewam dike ser wê şopên mezin hêlaye û wiha dom kir: “Yek ji xebatên min girêdayî şerê li herêmê bi salane berdewam dike û ser min şopên mezin hêlaneye. Erê qirkirina Şengalê di vê pêvajoyê de hat kirin; lê di dîroka mede ser vê erdnîgariyê gelek qirkirinên weke Zîlan, Agirî, Koçgirî, Dêrsim, Gumgum, Sêwas, Surên Amedê û gelek dinê bi hovane hatine kirin. Li girtîgeha Amedê ew hovîtiya dihat kirin… Di rastiyê de ve zarokane şopên wan berdewam dikin. Di xebatên min de zarokên ji bo parastina gel û axa xwe li ber wesayîtên polîsan xwe dikin mertal hene. Ez jî ji wan bandor bûme û dixwazim van derbazî jiyanê bikim.”


‘Pêşangeha min dê bibe zimanê hestên min ‘


Sarya derbirî ku pêşangiha wê dê bibe zimanê hestên wê û wiha pêde çu: “Weke jinek daxwaza min ewe ev şer bê rawestandin, qetilkirina zarokan, rijandina xwînê, rondikên çavan bi dawî bibin. Ez hêvîdarim şer, girtin û qitilkirin bi dawî bibin û gel di nava aramiyekê de bijîn.”


Sarya Ozgur dê 25 eserên xwe li Salona Pêşandanê ya Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn di 15-18’ê Îlonê de pêşanbide.


 (zt)