Li Pîranê ji bo endamên HPG'ê û PKK’ê mewlûd hat dayîn

11:14

JINHA


AMED - Li Pîrana Amedê ji bo endamên HPG'ê Hakîm Çoban (Harun) û Yusuf Bîrsen (Brûsk) ên ku di perwerdehiyê de jiyana xwe ji dest dan û endamê PKK'ê Fesîh Çelîkbîlek (Îrfan) mewlûd hat dayîn.

Li navçeya Pîrana Amedê ji bo endamên HPG'ê Hakîm Çoban (Harun) û Yusuf Bîrsen (Brûsk) ên di 7'ê tebaxê de di teqîna li çiyayê Gorsê de jiyana xwe ji dest dabûn û endamê PKK'ê Fesîh Çelîkbîlek (Îrfan) ku di 1996'an de di şer de jiyana xwe ji dest dabû li konê rûmet û berxwedana demokratîk a li gundê Pirêjmanê hatiye vedan de mewlûd hat dayîn. Malbatên endamên HPG û PKK'ê û gelek kes tevlî mewlûdê bûn. Li konê ku mewlûd lê hat dayîn de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên her dê cangoriyan û bênavber dirûşmên "Şehîd namirin", "PKK gel e gel li vir e" û "Bijî Seroak Apo" hatin berzkirin.

‘Em dayik şer naxwazin’


Dayika Hakîm Çoban Fatma Çoban bi van hevıkan hestên xwe anî ziman: "Êdî bes e, ma wê heta kengî em ê zarokên me defin bikin. Em dayik şer naxwazin. Bi lezgînî aştî pêk were û êdî mirovên me nemirin. Ez berxwedana gelê Rojava û Şengalê silav dikim."

Dayika Abdulkerîm Erdem (Koçer Sîpan) ku ev 20 sal in tu agahî jê nayê girtin Emîne Erdem û dayika Sabrî Ateş (Kendal) ku ev 19 sal in tu agahî jê nayê girtin axivîn û cenazeyên zarokên xwe xwestin. 

(zt)