'Komxebata ekonomiyê ji bo jinan bû despêkek'
11:56
Derya Ceylan - Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED – Seroka Desteya DOGUNKAD’ê Nevîn Îl diyar kir ku dê bi komxebatên aboriyê yên’Danasîna jinê ya aboriyê û terzê tevlibûna aboriyê’ nêrînek ya nû li aboriyê pêşbixin û got: “Komxebat bi awayekî zelal pirsgirêkan dadine ser masê. Ji ber wê jî gelek giringin û ez bi mereqek mezin li benda encamême.”
Komxebata ku ji bo amadekariya Konferansa Aboriya Demokratîk a di 27-28’ê îlon ê de dê li Wanê bê lidarxistin ji bo 3 rojan ji aliyê KCD, Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO), Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin. Xebatkarên KCD û nûnerên DTSO’yê komxebata xwesar a bi navê “Danasîna jinê ya aboriyê û terzê tevlibûna aboriyê” birêvebirin. Di komxebatê de gelek akademisyenên ekonomiyê, ji saziyên jinan yên girêdayî DOKH’ê û karmendên jin jî din av de gelek jin amadebûn. Seroka Desteya Komeleya Karmendê Jin ya Dogu û Guneydogu (DOGUNKAD)’ê Nevîn Îl ya ku beşdarî komxebatê bû rola jinan din ava aboriyê de nirxand. Nevî da zanîn k udi derbarê rêxistinkirina jinan di aboriyê de pirsgirêkên heyî danîn ser masê û di aliyê modela alternatîf de ew li bendêne komxebat ji bo gavên erênî dê gelek başbe.
‘Vê komxebatê ji bo ekonomiyê nêrînek nû derxist holê’
Nevîn destnîşan kir ku dê encamên komxebatê ji bo jinan û ekonomiyê çavdêriyek nû vebike û wiha domand: “Heta niha me di derbarê jin çawan zêdetir beşdarî karên DOGUNKAD’ê bikin komxebat çêkirine. Lê ve zêdetir komxebatek girşî û bi awayê şînber pirsgirêkan radixe ser masê. Ji ber wê jî lig ora min gelek erênîbû û bi mereq li benda encamême. Ji bom e tevan nêrînên nû pêşxist. Her wiha ji bo amadekariyên konferansa ekonomiyê jî bê gomane.”
‘Ekonomiya komunal ji bo jinan giringe’
Nevî di komxebatê de nirxandinên ser modela alternatîf giring dîti û wiha berdewam kir: “Di vê komxebatê de modela ekonomiya alternatîf danîna ser masê ji bo jinan gelek giringe. Ji derveyî vê jî nirxandinên ser rêxistinkirina jinên ku ji bo xwe di xebitin jî giringin. Çend modelên wiha di cîhanê de hene.”
‘ Pergala kooperatîfên SEVA dikare mînak bê girtin’
Nevîn pergala kooperatîfan ya SEVA ya li Hiundistanê weke mînak nîşan da û wiha pêde çu: “Dikare ji SEVA mînak bên girtin û pergalek nû bê pêşxistin. Modelek cuda ya SEVA jî bankayek ya kooperatîfê dibinya xwe de vekiriye. Ew tenê ji bo jinan û pêşeroja jinan hatiye avakirin. Li gorî encamên vê komxebatê ez difikirim ku ev model madelek li ber çavan bê girtine.”
‘Em alîkariyê andin Mikrokrediyê’
Nevîn balkişand ser awayê xebatên mikrokrediyê û wiha got: “Mikrokredi pergalek ya min alîkarî ne dikirbû. Ji bert ê wateya zêdetir din ava pergalê de mêtîngeriya keda jinan. Ji ber wê jî ji bom e lidarxistina komxebatên wiha giringin.”
(zt)

