Şaredariya Peyasê ji bo Rojava alîkarî şand
12:12
JINHA
AMED - Di çarçoveya kampanyaya alîkariyê ya ji hêla Şaredariya Peyasê ve ji bo piştgiriya gelên Rojava û Şengalê hatiye destpêkirin 10 TIR alîkarî hatin berhevkirin û ji Rojava re hatin şandin.
Şaredariya Peyasê ya Amedê ji bo piştgiriyê bide gelên Rojava û Şengalê ku di bin êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de ne kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Kampanyaya ku gel jî tevlîbû de 10 TIR alîkarî hatin berhevkirin. TIR'ên alîkariyê ku barê wê ji mamaya zarokan, hefadên zarokan, xwarin, vexwerinê û kincan pêk dihatin ber bi Rojava hatin şandin. Hat zanîn ku TIR'ê alîkariyê gihîştin cihên xwe.
Bi vê alîkariyê re hejmara TIR'ên ku ji herêmê hatin şandin gihîştin 37 TIR'an.
Komîsyona kampanyayê ji ber piştgiriya gel spasiyên xwe pêşkêşî gel kir û ev tişt hat gotin: "Kampanyaya ku me daye destpêkirin hê jî didome û ji bo alîkariyê divê gelê me têkeve nava liv û tevgerê. Bi taybetî jî niha hewceyî bi alîkariyên ji bo zarokan heye. Jixwe alîkariya ku me herî dawî şand de me girîngî da vê yekê."
Li parkan fîlm tên pêşandan
Her wiha Rêxistina DBP'ê ya navçeyê ji bo trajediya ku li Şengalê hatiye jiyîn ragihîne gel li parkan pêşangehên wêneyên û kurtefîlman dide pêşandan.
(zt)

