Ji ber qurtek av …

12:41

JINHA


HEWLÊR – Gelek caran tenê qurtek av dibe jiyan bi xwe. Ji xwe dema ku bê hertuşt di rêyek dur û dirêj ya deştek bê av de bimeşê. Ji bê aviyê lêvên mirovan ziwa dibin, ji bê aviyê mirov dimirin û wê demê êdî qurtek av dibe pişek ji heqîqetê.


Piştî qirkirina Şengalê ji bo mirovan av çiqasî tuştek binirxe carekedinê raxist berçavan. Weke di wêne de zarokek yê Şengalê dixwiyê. Gelek caran tenê qurtek av dibe jiyan bi xwe. Ji xwe dema ku bê hertuşt di rêyek dur û dirêj ya deştek bê av de bimeşê. Ji bê aviyê lêvên mirovan ziwa dibin, ji bê aviyê mirov dimirin û wê demê êdî qurtek av dibe pişek ji heqîqetê. Bi rojan bê av di rêde meşiyan, zarok xwe gihand ber tankêrê, dilopên avê yên ji tankerê dikevin girt, girtina wê avê êşên kêliyên bê aviyê yên demboriya jiyana wî tîne bîra wî. Vêcarê jî avê kom dike ji bo carekedinê kêliyên wiha jiyan neke. Gelo kî dizane çend zarokan ji bê aviyê jiyana xwe ji dest dan? Bîlançoya vê heqîqetê îstatistîka tu raporan nade. Her dilopa avê ya di keve erdê dibe ku bibûya vegera canekê ya li jiyanê… Tenê zarokek yê bi rojan bê av di rê de meşiyayî dizane çawan ji tîna lêvên zarokan di qelişin û jiyana xwe ji dest didin. Ji ber wê jî ji bo dilopên avê ne rije redê zarok ji bo demboriyên xwe yên bi êş kom dike… Gelo hun dizanin ji bo zarokên Şengalê yên ji tîna dimirin dilopek av dihat çi wateyê? Tenê ew dizane…


Wêne: Azê Boran  


 (zt)