Dayîkên Aştiyê banga tevlîbûna boykotê li hemû malbatan kirin

13:41

JINHA


AMED – Bi boneya vebûna dibistanên kurdî û boykota dibistanên pergalê Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê daxuyaniyek dan. Bi navê dayîkan Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Nezahat Teke daxuyanî da û bang li hemu kurdan kir ku zarokên xwe neşînin dibistanên pergalê.


Ji bo balkişandina ser vebûna dibistanên kurdî û boykota dibistanên pergalê Endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê daxuyaniyek dan. Bi navê dayîkan Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Nezahat Teke daxuyanî da. Nezahat balişand ser vebûna dibistanên kurdî û bang li hemû dayîk û bavan kirin  ku ji bo hefteyekê zarokên xwe neşînin dibistanên dewletê.


‘Em naxwazin zarokên me bên bişaftin’


Nezahat tundiya waliyê Lîcê ser dibistana kurdiya li wê vebûyî jî şermezar kir û wiha got: “Dewleta tirkan tehmula dibistanên me nake. Em tundiya ser dibistana bi zimanê dayikê ya li Lîcê vebûyî şermezar dikin. Em dixwazin zarokên me bi zimanê dayîka xwe bixwînin. Em naxwazin zarokên me bibin mexdurê polîtîkaya dewletê ya bişaftinê. Em bang li hemû dayîkan dikin, bila dayîk zarokên xwe neşînin dibistanê û dibistanên dewletê boykot bikin.”


 (zt)