Di roja yekem de dibistana kurdî rastî lêpirsînê hat
15:21
JINHA
AMED - Serdozgerê Komarê yê Amedê bi lez û bez derbarê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku bi armanca perwerdehiya kurdî bide li navçeya Rezan hate vekirin lêpirsîn vekir.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku ji aliyê KURDÎ-DER, KCD û Şaxa Egîtîm Senê ve li navçeya Rezan a Amedê bi armanca perwerdehiya zimanê zikmakî bike hate vekirin lêpirsîn vekir.
Hate hînbûn ku lêpirsîn bi îdîayên "Bê destûr saziya perwerdehiyê vekirin" û "Li ser navê rêxistinê sûc kirin" hate destpêkirin. Qeymeqamê Rezan Dursun Balaban jî bi teblîxata ji KURDÎ-DER û Şax Egîtîm Senê ya Amedê re şandî gefên lêpirsînê kiribû.
(zt)
