Jinan mafên xwe yên zagonî nirxandin
15:44
JINHA
EFRÎN – Bi pêşengiya Yekîtiya Star li navçeya Şera ya Efrînê civîna jinan hate lidarxistin û zagonên derbarê mafên jinan dehatin gotubêjkirin.
Piştî ku Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê 18 zagonên giştî û zagonên bi taybetî ji bo jinan erê kirin, Rêxistina Yekîtiya Star bi armanca nasandina zagonên derbarê jinan de li navçeya Şera civînek organîze kir. Civnîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de Endama Rêveber a Yekîtiya Star Bêrîvan Ferat li ser serdema koletiya jinê axivî.
Di derbarê koletiya jinan ya ji demên dîrokê heya niha wiha got: "Serdema koletiya jinan ji Sumeran dest pê kiriye. Di wê demê de pergala baviksalari û desthilatdariya ser jinan hate pêşxistin. Kiryarên DAIŞ’ê jî bingeha xwe ji wir digirin.” Bêrîvan diyar kir ku ew ê li dijî hemû hewldanên paşketina azadiya jinan tekoşînê bilind bikin. Piştre zagonên derbarê jinan de hatin xwendin û li ser wan gotubêj hat kirin.
(zt)
