Heyeta jinan ji başur derbazî Rojava bû
16:06
JINHA
DÊRIK – Şandeya Perlemanter û Rojnamevanên jin di deriyê Sêmalka re ji Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
Bi armanca şopandina rewşa koçberên Şengalê û bi taybet rewşa jinên koçber ên Şengalê ku di kampa Newroz a bajarê Dêrikê de bi cih dibin, şandeyek ji Bakurê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bû û ji vir di deriyê sînor ê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.
Şandeya ji Endamê Partiya CHP’ê Melda Onur, Endama Partiya Gelan a Demokratîk Sebahat Tuncel, Nivîskar û Endama Partiya Gelan a Demokratîk Huda Kaya, Endama Meclîsa Jinan a Partiya Aştî û Demokrasiyê Nîhayet Taşdemir û Rojnamevên Nuray Mert, Pinar Ogunç, Esra Çiftçi, Asiya Tekîn, Nîlay Vardar, Burcu Canso û Muge Îplikçî pêk dihat. Şande ji aliyên Wezîra Jinan Emîne Umer û herdu cîgirên wê Heyfa Erbo û Emel Gewriyê, Wezîra Maliye Remziye Mihemed, Berpirsiyara Têkliyan a Yekîtiya Star Nûbuhar Mustefa, Nûnera Têkliyên Dîplomasî ya Yekîtiya Star li Başûrê Kurdistanê Nûjîn Yûsif, Nûnera Têkliyên Dîplomasî ya Yekîtiya Star li Lubnanê Leyla Qerman, Endama Desteya Rêveber a Komîteya Têkliyan a Yekîtiya Star a bajarê Qamişlo Qedriyê Hisên û Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Henîfe Hisên ve hate pêşwazî kirin.
Endamên şandeyê diyar kirin ku armanca serdana wan a Rojavayê Kurdistanê ew e ku rewşa koçberên Şengalê li Rojava û bi taybet rewşa jinan ji nêz ve bişopînin. Şandeyê piştî derbasî Rojava bûn, berê xwe dane kampa Newroz a bajarê Dêrikê û ji vir dê biçin bajarê Girkê Legê û bi hevserokên Cizîrê û rêveberên Akademiya Yekîtiya Star a Ramanê re bicivin.
(zt)

