Polîsan ser dibistana seretayiya Ferzad Kemanger de girtin

17:38

JINHA


AMED - Di saetên serê sibê de li navçeya Rezan ya Amedê, navçeya Cizîrê ya Şirnexê û navçeya Geverê ya Colemêrgê bi boneya vebûna dibistanên kurdî û boykota dibistanên pergalê bi meşên girseyî welatî meşiyan ber derên dibistanan û paşê jî dibistan hatin vekirin.


Li Amedê ji bo balê bikêşin ser pêkutiyên ser kurdî û daxwaza perwerdehiya kurdî boykota dê hefteyeke bidome Welatî li ber Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cîgerxwîn kom bûn heta qada ku Midûriyeta Perwerdehiyê ya navçeya Rezan meşiyan. Gelek malbat, xwendekar, rêveberên PHD’ê, Serokê Giştî yê KURDÎ-DER’ê Sebahattîn Gultekîn, Hevseroka PHD’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, rêveberên Egîtîn Senê yên Amedê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, Endama Lijneya Îcrayê ya KCD’ê Feleknas Uca û gelek welatî beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankarta “Ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê gelê kurd dibistanan boykot dike”, “Di mijara perwerdehiya bi zimanê dayikê de êdî însiyatîf a gel e” hatin vekirin û bênavber dirûşmên “Bê ziman jiyan nebe”, “Zimanê me rûmeta me ye” hatin berzkirin. Piştî meşê dibistan hat vekirin.


Paşê din ava çend saetan de Serdozgerê Komarê yê Amedê bi lez û bez derbarê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku bi armanca perwerdehiya kurdî bide li navçeya Rezan hate vekirin lêpirsîn vekir.


Paşê jî di saetên êvarê de polîsan serdegirt û niha dibistan dibin dorpêça bi hezaran polîsan denen.


(zt)