Partreyek ya girtîgehê girtiya nexweş Behiye Akbalik
08:39
Sevcan Atak / JINHA
İZMİR – Girtiya Nexweş ya bi navê Beyhiye Akbalik di jiyana xwe de weke jinek hem li hemberî hişmendiya fewdal û hem jî li hember hişmendiya dewletê tekoşîn kiriye. Ji ber tekoşîna xwe di sala 2011’an de ketiye girtîgehê.
Girtiye nexweş Behiye Akbalik ev 3 salin di girtîgehê dene, niha jî li girtîgeha Jinan ya Girti ya Şakranê dimîne. Gurçikek ya Behiye xirabûye lê ji ber bê eleqeya bijîşkê girtîgehê û di demê xwe de neşandina nexweşxanê gurçika wê ya dinê jî dibin talokeya xirabûnê dene. Behiye ya 39 salî dema ku qala demboriya jiyana xwe dike, di anîna ser ziman de zoriyan dikêşe.
‘Dema ku ez zewicîm weke ku ezê biçim bilîzim’
“Di sala 1975’an de ez li navçeya Surê ya Amedê di malek biçuk lê di ferqa nasnameya xwe ya kurdewariyê de hatime dinê. Ji ber wê jî malbata min di mijara kurdewariyê de her dem baldarbûn. Beriya derketina PKK’ê malbata min KUK cî bûn. Bi derketina PKK’ê re bi heveserk mezin naskirin…
Em 12 xwişkin. Her demek ya welidandinê ji bo diya min trajediyek mizinbû. Her demê diya min bi hêviya dê kurekê bîne dunyayê diwelidî, lê dema ku dinêrî keçe bavê min tundiyek mezin li diya min dikir. Ji ber wê jî her dema welidandinê ji bo diya min weke îskenceyê bû. Ji ber van tundiyan diya min em di şertên gelek dijwer de mezin kirin. Diya min her dem weke bêkes û bêçare jiyan dikir. Ji ber hişmendiya fewdal diya min din ava malbat û xizmên xwe de weke bê qîmet dihat dîtin. Em li gel zarokên xalê xwe mezin bûn. Ji ber wê jî em hemû weke xwişk û birabûn. Lê dema ku ez bûm 16 salî xwestin min li gel lawek yê xalê min bizewicînin. Ji ber ez zarok bûm min tu ji zewacê nedizanî û min ji lawên xalê xwer re digot bira. Di wî temenî de em her dem li kolanan dilîstin. Roja ku ez zewicîm jî weke û ezê biçim li kolanê bilîzim, ew jî parçeyek ji lîstokêye, min wisan dizanî. Dema ku gelenik l imin kirin, hevalên min jî weke ku ew lîstoke wiha nêz dibûn û li gel min heya malê hatin. Min jî digot belkî piştî lîstokê ezê cardin vegerim gel hevalên xwe. Lê mixabin bêyî ku xeberê min jêhebe, yan jî min wate nedidayê ez ketim nava jiyanek dinê.”
Zarokatiya nehatî jiyîn û bi zorê rola ser wan hatî sepandin…
Dema ku Behiye van tîne ziman carnan dikene û carnan jî dikeve nava ramanên kur û diçe. Weke ku nizane heyîfê li zarokatiya xwe ya jiyan nekirî bîne yan jî heyîfê li rolê ku bi zorê hatî dayîna wê bîne weke ku tam biryar nade û berdewam dike:
“Ji ber em din ava mala xezurê min de diman di aliyê aboriyê de me gelek zorî dikişand. Her dem hevserê min li gel dayîk û bavê xwe şer dikirin û ez jî di navê de dimam. Lê min ev baş zanî din ava hemû pirsgirêkên malê de çî dibe bila bibe her dem yên sucdar jinin.
Ez di temenê 17 saliyê de bûm dayîk
Ez di temenê 16 salî de zewicîm û di temenê 17 saliyê de jî bûm dayîk. Diya min jî çend mehan beriya min keça xwe ya 11’an anî dunyayê. Zaroka min ya yekem lawik bû. Min di hindirê xwe de digot: ‘Xwezî diya min jî li gel min welidîbana ji bom in zaroka xwe bi ya wê bi guhertibana û diya min jî ji wê tundiyê rizgar bûbiya.’ Li aliyê dinê jî ez difikirîm ji ber min zarokek lawik aniye dunyayê ji ber wê dê nêzîkatiyên malbata hevserê min ji bom in cuda be. Lê mixabin tundî qet kêmnebû. Ji ber neviyê wan yê lawik hebûn din ava civakê de serê xwe bilind dikirin, lê dema kul i min vedigeriyan jî weke mal l imin dinêrîn. Dema ku zarokê me çêbû êdî hevserê min ji diya xwe û bavê xwe re got wiha nabe jiyana me wiha zor dibe. Em ji malê cuda bûn û çun Îskenderunê. Em 5 salan li wê man. Li wê zarokek min ya keç çêbû. Piştî 5 salan em carekdinê vegeriyan Amedê lê em li malek cuda bicîh bûn. Di aliyê madî de hevserê min tu kar ne dikir û tu alîkarî ne dida malê. Vê rewşa ne xebitîna hevserê min em gelek dan zorê. Ez ne li dijî xebata nava partiyê bûm, lê ji ber rewşa me gelek xirb bû û me nedikarî em bijîn. Min digot divê tu li malê jî binêrê. Piştî em hatin Amedê malbeta min êdî l ime nêrî. Paşê 2 zarokên minê dinê jî hatin dunyayê û em bûn xwediyê 4 zarokan.
Ez jî di sala 2005’an de tevlî nava xebatên Partiya Demokratîk ya Gelan (DEHAP) ê bûm. Ji ber min din ava xebatan de cîh girti di derbarê min de doz hat vekirin û di sala 2011’an de ez hatim girtin. Hevserê min jî di sala 12’an de hat girtin. Niha em her du jî di girtîgehê denin. Di dema girtîgehê de ez zêdetir der van mijaran kurbûm. Ji ber wê jî dikarim bêjim min vî demê xwe baş derbaskir. Di vêderê de min zêdetir hebûna jinan naskir û giringî dayê. Her wiha min zêdetir giringî da jiyana xwe hevserê xwe, tayîbetiyên civaka ku nav de jiyan dikim û min zêdetir karekterê dewletê dît. Bi tayîbetî jî min zêdetir hişmediya deshilatiya mêran naskir û ketim di wê zanebûnê de divê her dem li hemberî helwesta wan tekoşîn bê kirin. Ez xwe perwerde dikim û ji bo derve amade dikim. Her çendî carnan metirdiyên min diderberê zoriyên min de çêbibin jî lê cardin baweriya min bi hêza min heye. Lê çîdibe bila bibe jî her çendî temenê min mezin be jî ezê her dem din ava hewildanan debim û tekoşîna azadiyê bidim.”
Piştî Behiye ket girtîgehê din ava demeke kin de kurê wê û xwişka wê beşdarî nava refên PKK’ê bûn. Piştî salekê xwişka wê Mizgîn di sala 2012’an de di temenê xwe yê 19 saliyê de li Xerpêtê di pisuyek ya leşkeran de jiyana xwe ji dest da. Her dem Behiye bi hêviya dê ji girtîgehê derkeve, biçe lawê xwe Mazlum û xwişka xwe Mizgîn bibîne jiyan dikir.
Her dem bi hêviya gihiştina lawê xwe û xwişka xwe jiyan dikir
Li aliyekê lawê wê Mazum û xwişka wê beşdarî nava refên PKK’ê bûn û piştî demek kin xwişa wê Mizgîn jiyana xwe ji dest da. Li aliyê dinê jî Behiye û xwişka xwe Sultan bi hevre hatibûn girtin, bi hev re li girtîgeha Mêrdînê bûn. Lê ew sirgun kirin û ji zarokên wê dur kir. Berî niha demekê xwişka wê Sultan ji girtîgehê derket. Hevserê wê jî li gel wê di girtîgehê debû. Hevserê wê li girtîgeha Amedê dima ew jî sirgunî Edirne kirin… Li gel van hemû zoriyan jî Behiye nexweşe û li gel nexweşiyên xwe jî tekoşînê dike. Gurçikek ya wê xirabûye. Li gel bijîşk her carê jêre dibêje divê zu bê emelyat kirin. Lê li gel vê xetereyê jî bi mehan bijîşkê girtîgehê û îdareya girtîgehê wê bi hincetan paşde dihêlin û nabin nexweş xanê. Ji ber vê bê baldariya girtîgehê gurçika wê ya dinê jî dibin xetereyêdene.
Heger din ava demeke kin de Behiye ji gurçika xwe neyê emelyat kirin, dê hem bibe sedema xitabûna gurçika wê ya dinê û hem jî jiyana wê dikeve bin talokeyê, sedema vê jî îdare û bijîşkê girtîgehêye.
(zt)

