Dibistana Dayîka Uveyş dibin dorpêça polîsandene
09:26
JINHA
COLEMÊRG - Hîna serê sibehê zîla dibistana seretayiya Dayîka Uveyş lêneketî polîsan kirin bin dorpêçê û girtin.
Di 15’ê mehê de bi despêkirina dibistanên pergalê re hem li navçeya Rezan ya Amed, navçeya Cizîrê ya Şirnexê û li navçeya Geverê ya Colemêrgê 3 dibistanên kurdiyên seretayî hatin vekirin û hem jî boykota dibistanan despêkir.
Bi vekirina dibistanên kurdî re Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku ji aliyê KURDÎ-DER, KCD û Şaxa Egîtîm Senê ve li navçeya Rezan a Amedê bi armanca perwerdehiya zimanê zikmakî bike hate vekirin lêpirsîn vekir. Piştî vê helwesta Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger de hema polîsan ser dibistanê de girtin û dibistan dan girtin.
Berî niha demekê jî li Gerverê polîsan ser dibistan Dayîka Uveyş de girtin û xistin dorpêçê.
(zt)
