Jinên Polch’ê: Azadiya Jinên Şengalê Azadiya Mirovahiyê ye

10:44

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo piştevaniya jinên Êzidi yên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin li herêma Polch ê 30 jinên ji baweriyên Êzidî, Sunnî û Cihû pêk dihatin li navenda Jinan a UTAMARA hatin cem hev. Di civînê de aktîvîsta UTAMARA’yê Sultan Oger axivî û wiha got: ““Îslam û hemû olên cîhanê di nav de Êzidiyetî jî heye di bin bandora bîrûbaweriya baviksalariyê de ye. Rola jinê di bin serdestiya mêr de tê dîtin û desthilatdariya mêr tê mezinkirin. Ji ber vê jî qirkirina jinan, şîdeta ser jinê û zayendperestî di bin navê olê de rewa tê dîtin.”


Bi armanca piştevaniya jinên Êzidî yên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin li herêma Polch a bajarê Elmanya Koblenzê, nêzî 30 jinên Kurd, Êzidî, Sunnî û Cihû pêk dihatin li navenda Jinan a UTAMARA hatin cem hev.  Di civînê de hat diyarkirin ku ev civîn hinek dereng ketiye lê ev rastiyeke ku êş, qehr û hêrsa dilê jinên li Poslhê xetimandiye. Di civînê de aktîvîsta UTAMARA’yê Sultan Oger axivî û bal kişand ser geşedanên li Şengal û rewşa niha.


‘Şîdeta ser jinê û zayendperestî di bin navê olê de rewa tê dîtin’


Sultan girêdayî rewşa jinan din ava olan de wiha domand: “Îslam û hemû olên cîhanê di nav de Êzidiyetî jî heye di bin bandora bîrûbaweriya baviksalariyê de ye. Rola jinê di bin serdestiya mêr de tê dîtin û desthilatdariya mêr tê mezinkirin. Ji ber vê jî qirkirina jinan, şîdeta ser jinê û zayendperestî di bin navê olê de rewa tê dîtin. Îro di bi navê Îslamê de dîroka bindestiya jinê ya 5 hezar salî bi awayên cur bi cur xwe nîşan dide.”


 ‘Azadiya Jinên Şengalê Azadiya Mirovahiyê ye’


Sultan destnîşan kir ku divê jin xwe li dijî bîr û baweriyê rêxistin bikin û wiha pê de çû: “Divê qirkirinên li Şengal, Başûr û Rojava bi dawî bin.  Ji kîjan bawerî, neteweyî dibe bila bibe divê bi awayekî hevbeş têbikoşin û pêşengiya guherîna dîrokê bikin.”


Di çarçoveya kampanyaya ‘Azadiya Jinên Şengalê Azadiya Mirovahiyê ye’ jinên li Neuwîed, Polch û Dîerdofê xwe rêxistin dikin. Her wiha komîsyonek hatavakirin û biryar hat girtin ku bi firotina xwarinan dê pereyê berhev bikin bişînin ji jinên Şengalê re. Di vê navberê de Meclîsa Jinên Êzidî bi heman armancê daxuyaniyek da û banga xurtkirina têkoşînê li tevahiya gelên Kurdistanê û jinan kir.


(zt)