Li Dêrsimê civînên taxan berdewam dikin

12:46

JINHA


DÊRSİM – Li taxa Gazik’ê ya Dêrsimê civîna meclisê hat çêkirin. Di civînê de Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun li pirsgirêkên welatiyan guhdarî kir û diyar kir ku ji bo çareseriyê dê bikevin nava hewildanan.


Li taxa Gazik ê ya Dêrsimê bi tevlîbûna Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun, Cîgirê Hevşaredarê Dêrsimê Îbrahîm Kasun, beşên peyîwendî dar û gelek welatiyan civîna meclisê hat lidarxistin. Di civînê de Hevşaredar Nurhayat li pisgirêkên welatiyan guhdarî kir û ji bo çareseriyê jî wiha got: “Emê bi pêşniyar û daxwazên welatiyan xebatên xwe berdewam bikin. Emê weke şaredariya gel li gorî pêşniyar û daxwazên welatiyan biryaran bigirin û lig ora wê tevbigerin.”  


 (zt)