Li Navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Elî Temel qeyîdên qursan despêkirin

13:02

JINHA


MÊRDÎN –  Li Navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Elî Temel ya ku dibinya Şaredariya Qoserê de xebatên xwe berdewam dike ji bo sala nû ya xwendinê ya 2014- 2015’an qeyîdên qursan despêkirin.


Navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Elî Temel ya ku dibinya Şaredariya Qoserê de xebatên xwe berdewam dike dê îsal bê muçe qursan bidin xwendekaran, dê navendên nû vekin û bê navber xizmetê bidin. Li Navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Elî Temel li gorî temen qurs nayên dayîn, di her temenî de mirov dikarin serlêdan bikin. Ji bo serlêdanê navend rastî eleqeyek mezin tê. Dê di navendê de qursên weke balgama, gitar, şano, wêne, keman, erbane, lîstokên zarokan û lîstokên gel bên dayîn. Li Navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Elî Temel qeyîdên qursan tên çêkirin.


 (zt)