Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger carekdinê hat vekirin

13:08

JINHA


AMED - Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger ya k udu bi serdegirtina polîsan hatibû girtin û morkirin, niha bi dayîna daxuyaniyekê ji aliyê KCD’ê û saziyên sivîl ve hat vekirin. Hema piştî daxuyaniyê derê dibistanê ji aliyê Hevseroka Navenda DBP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut ve hati vekirin û welatî bi duruşmên weke "Bijî Serok Apo" ketin hindirê dibistanê.


Di 15’ê mehê de bi despêkirina dibistanên pergalê re hem li navçeya Rezan ya Amed, navçeya Cizîrê ya Şirnexê û li navçeya Geverê ya Colemêrgê 3 dibistanên kurdiyên seretayî hatin vekirin û hem jî boykota dibistanan despêkir. Bi vekirina dibistanên kurdî re Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku ji aliyê KURDÎ-DER, KCD û Şaxa Egîtîm Senê ve li navçeya Rezan a Amedê bi armanca perwerdehiya zimanê zikmakî bike hate vekirin lêpirsîn vekir. Piştî vê helwesta Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger de hema polîsan ser dibistanê de girtin û dibistan dan girtin. Bi dayîna daxuyaniya ji aliyê KCD’ê û saziyên civakiyên sivîl ve dibistan hat vekirin û welatî bi duruşmên weke "Bijî Serok Apo" ketin hindirê wê.


(zt)