Zubeyde: Em dewletê û muhra wê nasnakin

15:32

JINHA


AMED Dibistana seretayiya Ferzad Kemanger ya k udu hat vekirin û paşê ji aliyê dewletê ve hat girtin. Îor di baxçeyê dibistanê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka Navenda DBP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut got: “Em dewlet, mohra dewletê û tu asteng û zagonên dewletê yên ser  zimanê xwe napejirînin.”


Dibistana seretayiya Ferzad Kemanger k udu li navçeya Rezan ya Amedê hatibû vekirin, paşê jî ji aliyê dewletê ve hatibû girtin. Îor li baxçeyê dibistanê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de dendamên KURDÎ-DER’ê, rêveberên Segîtîm-Sen’ê, rêveberên navend û navçeyên DBP’ê, Hevseroka Navenda DBP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanank û biraziya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Dîlek Ocalan jî dinav de gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseya ku beşdarî daxuyaniyê bûn duruşmên weke “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me rometa meye”, “Tundî nikare me têk bibin” û “Emê bi berxwedanê serbikevin” hatin bilind kirin.


‘Tehmula dewletê li hemberî gelê kurd û zimanê kurdî nîne’


Di daxuyaniyê de Sekretera Giştiya Egitim-Sen’ê Sakîne Esen Yilmaz diyar kir ku dibistana bi vîna gel hatî vekirin ji aliyê dewletê ve tê girtin. Sakîne da zanîn ku du piştî girtina dibistanê ew ji ber derê wê neçune û wiha got: “Duh girtina dewletê ya vê dibistanê tê wateya bê tehmûla dewletê ya li hemberî gelê kurd û zimanê kurdiye. Em di xebatên gelê kurd yên mafdar de berdewam bikin.”


‘Emê hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rakin’  


Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak jî got: “Em îro ji bo rastikirina şaşiyek mezin ya dîrokî li vêderêne. Em dixwazin ew nirxên civakî û çandî yên pêşiyên me hêlane bidîn jiyan kirin û bigihînin pêşerojê. Emê hemû astengiyên li pêşiya zimanê dayîkê rakin. Yên ku îro ev mohr li vî deriyî xistine welat ber bi şer ve dibin. Dibêjin di dibistanên tayîbet de perwerdeya zimanê dayîka xwe bibînin. Zimanê me bi pere difiroşe me. Em dixwazin bi zimanê dayîka xwe yê ku mafê mey ê herî xwezayiye perwerde bibînin. Heger hun diderbarê perwerdê de nikarin biryar bidin wê demê vê ji rêveberiyên herêmî re bihêlin. Emê kî kîjan zimanî dixwaze bi wî zimanî perwerde bikin. Em van astengiyan şermezar dikin û em dixwazin ev şerma mezin ji holê bê rakirin.”


‘Em tu astengiyên ser zimanê xwe nasnakin’


Hevseroka Navenda DBP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî wiha got: “Hîna zimanê met ê qedexekirin. Hîna gelek û nasnameya gelekê tê qedexekirin. Em jî ji bo gelê xwe dibêjin werin em bi hev re van astengiyan rakin. Dixwazin me tune bikin lê bi salane bi ser neketin û dê bi ser jî nekevin. Zimanê dayîkê mafe û helale. Em dewletê û muhra wan nas nakin. Dibistan ya weye bikevin hindir û waneya xwe bibînin. Em tu zagon û astengiyên dewletê yên ser zimanê xwe nasnakin.”


Piştî axaftinan muhra deriyê dibistana Ferzad Kemanger hat şikandin û welatî ketin hindirê dibistanê.


 (zt)